540 cenaze li goristana Amedê

În 28 Tebax 2020 - 15:14

  • Tenê li Goristana Covit-19 ya Amedê 540 kes hatine definkirin. 

FETHÎ BALAMAN
MA/AMED

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk heta niha li Tirkiyeyê 6 hezar û 209 kes ji ber vîrûsa Covît-19 mirine. Lê li aliyê din tenê li Goristana Covit-19 ya Amedê 540 kes hatine definkirin. 
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li tevahiya cîhanê 24 milyon û 628 hezar û 901 kes bi şewba gerdûnî Covît-19 ketin û di nava wan de 835 hezar û 639 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê jî 263 hezar û 998 kes bi vîrûsê ketin û 6 hezar û 209 kes jî bi vîrûsê mirin. Lê li gorî daneyên nehatin aşkerekirin tenê li Goristana Covît-19 ya Amedê 540 cenazeyê kesên bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dane hatine definkirin. Li Tirkiyeyê yek ji bajarê herî zêde şewba vîrûsa lê xuya dibe bajarê Amedê ye. Li gorî daneyên Odeya Tabîban a Amedê her rojê nêzî 600 kes bi vîrûsa corona dikevin.
Têkildarî mijarê Serokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şîyar Guldiken da zanîn ku li Goristana Yenîkoy ji bo kesên bi vîrûsa Covid-19 jiyana xwe ji dest dane beşek hatiye veqetandin û got; Hejmara kesên li vir hatine definkirin em nizanin. Lê em dikarin pir aşkere û zelal bêjin di navbera daneyên Wezareta Tenduristiyê û daneyên me de ferqek gelek mezin heye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.