200 hezar dozaj ji bo nexweşên rîsk li ser wan

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 24 Çile 2021 - 17:00

Elmanyayê 200 hezar dozajên dermanê nexweşiya ji ber vîrusa koronayê kirîn. ev derman, kokteyleke parastina bedena mirov xurt dike. Gava serokê Emerîkayê Trump bi vîrusê ketibû, bi vê kokteylê hatibû dermankirin.

Hikûmeta federal a Elman tam 200 hezar dozajên vê kokteylê kirîn. Derman wê li klînîkên zanîngehan - yanî nexweşxaneyên dewlet - bê bikaranîn. hikûmeta federal 400 milyon euro, bi vî dermanî da. Wezîrê Tenduristiyê yê Elmanyaya Federal, Jens Spahn got, "Ev derman weke vaksîneke pasşv kar dike. Bi vî dermanî nexweşên rîska zêde li ser wan, di destpêka nexweşiyê de wê bên derman kirin, da ku nehêle nexweşî li wan giran bibe.",

Doh li Elmanyayê hejmara pêketiyên nû weke 12 hezar û 257 e p di nava 24 saetan de jî 349 kes mirine. Yekşema hefteya bihurî ev hejmar 13 hezar û 882 pêketiyên nû û 445 kesên pê mirî bû. Hejmar bi giştî dawiya hefteyê ji nava hefteyê kêmtir in.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.