Ji aliyê komek jinan ku Şanaz Refîq serperştiyariya wê dike, li Helebceyê navenda dirûtina cil û bergên gelerî yê Kurdî hat vekirin. Li navenda ku cilûbergên gelerî yên Kurdî tên çêkirin, 12 jin dixebitin. Şanaz Refîq der barê projeyê de wiha got:“Em dixwazin çanda xwe bi bîneran bidin nasîn. Em dixwazin projeya xwe berfirehtir bikin û jinên jêhatî bînin cihê kar. Banga min ji bo jinên destrengîn ew e ku karê xwe berdewam bikin û kêrhatiyên xwe veneşêrin. Da ku bikaribin bibin xwediyên aboriya xwe ya serbixwe.”
NÛJINHA/HELEBCE