Navê têkoşîna azadiyê : Armanc Azadî
Sêşem 8 Tîrmeh 2025 - 03:15
- Çepera wê qîrîna azadiyê ye, berxwedêriya wê jî bedewiya wê ye. Ev çeper rêyeke ku wê bigihîne asta herî bilind a fedaîtiyê. Ji ber vê yekê çepera xwe diparêze. Bi vê têgihiştinê nêzî her roja xwe dibe û zor û zehmetî ti carî nikare wê bitirsîne.
Gelê Kurd gelekî welê ye ku bi hezaran ewladên xwe di têkoşîna azadiyê de şehîd da. Ewladên gelê Kurd, şervanên wê yên azadiyê ji bo cîhaneke adîl, ji bo paşerojeke azad û wekhev, ji bo jiyaneke bi rûmet her cûre zehmetî, fedakarî û berdêl dan pêş çavên xwe û şerê azadiyê kirin. Li hemberî înkar û îmhayê li ber xwe dan, berxwedana li hemberî her cûre paşverûtiyê kirin pîvana bingehîn a têkoşîna jiyanê.
Şehrîban Alturk sala 1992’an li navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû. Jidayikbûna li cihekî weke Botanê ku weke dilê Kurdistanê tê naskirin, kesayetiya Şehrîban û jiyana wê diyar kir Botan ku bi hestên xwe yên welatparêziyê naskirî ye, di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê girîngiya xwe çîroka gel teqez vediguhere têkoşînê. Şehrîban jî di nava rastiyeke bi vî rengî de mezin bû. Vê rastiyê piştî demekê Şehrîban kir yek ji lehengên çîroka azadiyê.
Di nava jiyana xelkê Botanê koçberî timî heye. Malbata Alturk jî ji vê rêyê derbas bû û koçî Dîlokê kir. Şehrîban bi vegotina dayika xwe mezin bû ku xwedî nirxên Botanê û Kurdistanê bû. Bi rengekî dilsozê kok û rabirdûya xwe jiyana xwe dewam kir.
Dema ku li Wanê doktorî dixwend, têkoşîn baş nas kir. Rastiya Kurd û Kurdistanê bi demê re hîn bêhtir nas kir.
Heta sala 2014’an biryardariya xwe xurt kir û weke şopdareke apê xwe hevalê Harûn ê ku li nava tevgera azadiyê şehîd bû, berê xwe da nava têkoşînê. Ew êdî Armanc Azadî bû. Bi kêfxweşiya kesekî ku her tiştên windakirî dît, li çiyê û di nava têkoşînê de kêfxweşî dît.
Di felsefeya fedaîtiyê de her tişt digihêje wateyeke kûr. Bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû û ev kelecana xwe ti carî winda nekir. Xwe tevlî nava têkoşînê kir; bû yek ji mînakên herî mezin ên fedakariyê. Xwedî li hemû nirxên xwe derket û navê vê fedakariyê êdî Armanc bû.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavay Zapê ji sala 2022’yan û vir ve şervanên azadiyê destaneke mezin dinivîsînin. Hevala Armanc Azadî jî yek ji fermandarên YJA Starê yên pêşeng bû ku ev destan bi xwe dinivîsand. Zanîbû ku dawî wê bêhempa be. Ji ber ku hincetên xwe yên têkoşînê gelekî xurt bûn.
Li tunelên berxwedanê, cewhera mirovahiyê heta kêliya dawî bi hevrêyên xwe jiya. Rûkeniya wê ji bo rojekê jî kêm nebû, bedewiya dilê xwe ji hevrêyên xwe veneşart.
Hevala Armanc Azadî ji Sarayan, ji Rûkenan hîn bû ku derba mezin li dijmin bixe. Ew şervanek û fermandareke bi rûmet, serbilind bû ku ti carî dest ji têkoşînê berneda. Hevala Armanc gelek wate û bedewî tevlî jiyana xwe ya têkoşînê ya deh salan kir. Di 29’ê Kanûna 2024’an de bû stêrk û cihê xwe di nava vê destana berxwedanê ya bi rûmet girt.
ANF/BEHDÎNAN/ARMANC KARER