Navê şehîdên Tişrînê eşkere bû

În 10 Çile 2025 - 03:10

Komîteya Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navên şehîdên êrişên pêr ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî karwanê sivîlan ê diçû Bendava Tişrînê û êrişa li dijî gundê Girkê yê Kobanê eşkere kirin.

Navên şehîdên êrişa li dijî karwanê sivîlan ên diçû Bendava Tişrînê wiha ne: Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed (rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya), Azad Ferhan Mihemed Hesan (Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê).

Navên şehîdên êrişa li gundê Girkê: Mistefa Ebdî, Elî Şaşo.

Kerem Şihabî nayê jibîrkirin

Bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û parastina wê ji hilweşînê, pêr bi hezaran şêniyên kantonên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Firatê çûn bendavê. Dewleta Tirk li dijî karwanê sivîlan êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişê de tevî rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê Kerem Şihabî, 3 kes şehîd bûn û 15 kes birîndar bûn. Der barê mijarê de Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek binpêkirineke mezin li nirxên mirovahiyê hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku Kerem Şihabî rêvebereke sereke di Kombûna Jinan a Zenûbiya de bû û bû sembola têkoşîna azadiya jinan û mafên wan. Hate diyarkirin ku şehîd Kerem kesayetek wisa bû ku hewl dida civakeke demokratîk, adilane û wekhev ava bike. Qetilkirina Kerem sûcek dijmirovî ye û sûcek li dijî nirxên azadiyê ye. Her wiha wekî hewldaneke ji bo bêdengkirina jinên têkoşer e. Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan rê ji Tirkiyeyê re vedike ku sûc û siyasetên xwe yên çewsîner bidomîne, ev jî wê bandorên xetere li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêbike."

Berpirsiyariyên xwe bicîh bînin

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û tavilê  sûcên Tirkiye yên li dijî jin û sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, der barê van sûcan de lêpirsînekê vekin, berpirsên sûcan sewqî edaletê bikin û cezayan li Tirkiye bibirin û hate gotin:"Em eşkere dikin ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji têkoşîna xwe ya rewa ya ji bo azadî û rûmetê gavan paşde naavêjin. Kerem nayê jibîrkirin. Kerem sembola têkoşîna jinan a ji bo azadî û edaletê ye."

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.