Navê Bahçelî heqaret e

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:15

  • Sazî û rêxistinên Amedê bi yekdengî got, ew ê destûrê nedin ku navê neyarê Kurdan Devlet Bahçelî li daristaneke li bajêr bê kirin. Di dawiya çalakiya xwe ya li ser pira dehderî wan got, “Amed wê ji faşîzmê re bibe goristan”.

Rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk ên Amedê, da zanîn ku ew ê qebûl nekin ku li Çiyayê Kirklarê "Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî" bê avakirin, Wan got, "Navê kesekî wek Devlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya Kurdan dike, li devereke Amedê kirin, ji bo gelê Kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Dev ji biryara xwe ya kirêt berdin." 

Komeleyên çand û huner, û rêxistinên sivîl ên Amedê, li dijî avakirina "Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî" ya li Çiyayê Kirklarê li ser Pira Deh Derî daxuyaniyek da û çalakî li dar xist. Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, Şanoya Bajar a Amedê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Tevgera Jinên Azad, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek nûnerên rêxistinên sivîl, dengbêj û sînemavan jî di dema çalakiyê de amade bûn. 
 

Bêrêziyeke li hemberî dîrokê

Xwepêşandêran got, "Di serî de wek sazî û dezgehên çand û huner, û hemû sazî û dezgehên sivîl ên li Amedê, me pêdivî bi vê daxûyaniyê dît û em bang li gelê xwe dikin;

Di van rojên dawî de nûçeya ku dê li ser navê serokê giştî yê MHPê Devlet Baxçelî li Amedê daristanek bê çêkirin, hat belavkirin. Ev weke bûyereke sosret kete rojeva gelê me û raya giştî.”

Lê tercîha cihê vê daristanê nîşan dide ku mesele ne sosretbûne û piçûkkirina pîroziyên xelkê ye. Li ser mijarê daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li Çiyayê Kirklarê qeyûm û midûrîyeta daristanê 210 donim erazî ji bo vê daristanê texsîs kirine. Gelê Kurd û Kurdistanî bi salan e ku bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû ne. Ji destpêka avakirina komarê ve polîtîkayên qirkirina çandî bê navber dewam kirine û va ye, îro jî bi mînakeke darîçav li ber çavê raya giştî ye. 

Navê kesekî wek Devlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya Kurdan dike, li devereke Amedê kirin, ji bo gelê Kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Ev yek li hemberî dîrokê bi xwe jî bêrêzî ye.” 
 
Bi rastiya berxwedêriyê nizanin

Li gorî aliyên daxuyanî dayî, dewleta Tirk hîna jî bi rastiya berxwedana gelê Kurd nizane û ji ber wê van tiştan dike: “Sedema ku desthilatdar û saziyên dewletê ewqasî bi bîra gelê Kurd û Kurdistanî dilîzin jî nezanîna rastîya berxwedêriya vî gelî ye. Loma faşîzm îro di asta ku êdî heta bi cihên dîrokî jî ji xwe re dike hedef, li ser kar e. Ji bo ku gelê Kurd ji bîra wî ya çandî qut bikin, ji navên mirovan heta bi navê gund û bajaran, navê kuçe û kolanan, navê gelî û newalan navê çiyayan û heta navê kargehên me guherandin.” 

Peyama ´Em ê piç ji we nehêlin´

Xwepêşandêran got, “Îro bêrêziya herî mezin li hemberî vê civakê tê kirin, ew jî avakirina daristaneke bi navê neyarê vê civakê yê sondxwarî ye.

Bi vê yekê bi awayekî eşkere dibêjin, ´Em ê pêşî we ji hêla çandî û dîrokî ve û paşê jî ji her hêlê ve qir bikin û tiştekî ji we nehêlin´. Gelê kurd dê bi ti awayî van biryarên faşîstî nas neke û serî li hemberî wan netewîne. Çawa ku di dîrokê de her tim li hemberî van polîtîkayan li ber xwe daye, ji îro û şûn ve jî wê serî netewîne. 

Di serî de wek sazî û dezgehên çand û huner û hemû sazî û dezgehên sivîl ên li Amedê bi ti awayî em vê biryarê nas nakin. Li çand û dîroka vê civakê xwedî derketin, peywîra me hemûyan e. Em ê li dijî her polîtîkaya qirkirin û bişaftinê bi gelê xwe re têbikoşin. 
Em bang li gelê xwe hemûyî dikin da ku rê nede biryarên bi vî rengî."

Piştî daxuyaniyê dûrişmeyên "Berxwedan jiyan e" û "Amed wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin gotin. Çalakî bi stranên xebatkarên çandê bi dawî bû. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.