Navê Axîn tê jiyan kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Hezîran 2024 - 00:15

ARAT ARARAT / BÎELEFELD

Li Xanesorê parkeke ku ji plastîkan hatibû çêkirin hebû. Li herêmê yekane parka zarokan bû û malbat bi sedan km’yan dihatin û zarokên xwe dibirin wir. Ev rewşeke xemgînî bû. Ji xwe projeya parkê jî wiha destpê kir. Parka me ya zarokan a ewilî  Baxça Axîn, di destpêka meha Gulanê de, li nahiyeya Borikê hate vekirin. Navê Axîna 6 salî ku beriya 2 salan bi hovîtî hatibû qetilkirin, li parkê kirin. 

Projeya parkên zarokan a ji aliyê înîsiyatîfa Aştî û Hêviyê ya Kurdistanê (KBUI) ya li Şengalê, destpê kir. Baxça Axîn hate vekirin. Emîne Gozen got, hedefa wan vekirina 10 parkan e û dixwazin kêm be jî, travmaya ku zarokan jiyan kirine, derbas bikin. Em di kongreyekê de li gel Berdevka KBUI Emîne Gozen re hatin ba hev û bi kelecan ber bi min hat, silav da min û got:’’Tu dizanî me parka xwe ya destpêkê vekir?’’ Li ser rûyê wê kêfxweşiyeke nayê vegotin hebû. Ez matmayî bûm û min pirs kir:’’Parka çi?’’ Dema ku wê bersiva ‘Parka zarokan li Şengalê’ da min, li şûna matbûyînê, mereqek kete nava dilê min.

Bi tenê yek parka zarokan hebû

Gozen got fikrê projeya parka zarokan piştî serdana sala 2022’an a li Şengalê çêbûye û wiha got:’’Li Rojhilata Navîn çawa ku jin nayên dîtin, ciwan û zarok jî nayên dîtin. Têgîhîştina mêrsalarî ewqasî serdest e ku destpêkê divê tu mêr bî. Tevî ku em van tiştan dizanin, careke din li wir ev rastî dîtin, li zora me çû. Êdî fikrê gelo em çawa dikarin hebûna zarok û jinan nîşan bidin, destpê kir. Li Xanesorê bi tenê parkeke ku ji plastîkan hatibû çêkirin hebû. Ev yekane parka zarokan a li herêmê bû û malbat bi sedan kîlometreyan dihatin û zarokên xwe dibirin wir. Ev rewşeke gelekî kambax bû. Bi wesîleya vê rewşê, bi fikra gelo em dikarin zarokan li wê erdnîgariya biçûk bidin nîşandan, bingeha projeya xwe ya parkan danî.’’

Yekemîn parka zarokan: Baxça Axîn

Gozen da zanîn ku parka zarokan a destpêkê Baxça Axîn meha Gulanê li nahiyeya Borikê vekirine û got:’’Vekirina parkê gelekî bi coş bû. Hate gotin zarokên ku tevlî vekirinê bûne, nekarîne li cihê xwe bisekinin. Berpirsiyariya parkê rêveberiya Borikê girte ser milên xwe. Hevalên li wir navê Axîna 6 salî bi hovîtî hatibû qetilkirin, dane parkê û jê re gotine ‘Baxça Axîn’. Nêzî salekê dewam kir. Tevî vê yekê jî hîn gelek tişt hene ku mirov li wê parkê ji bo zarokan pêk bîne. Tiştên kêm dema ku em careek din çûn wir, em ê bi hevalan re biaxivin û temam bikin. Di heman demê de ji bo hîjyenîk be, ji bo pêdiviyên xwarin û vexwarinê yên zarokan, em ê li parkan kantînan jî çêbikin. Bi vê rengî wê mirovên me jî, derfetên kar bidest bixin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.