- Hunermedan Hekîm Sefkan, Peywan Arjîn û Hozan Şemdîn behsa serpêhatiyên xwe yên naskirina Rêber Abdullah Ocalan û Roja Reş kir. Wan her wiha behsa stranên ku wan ji bo Ocalan nivîsandî jî kir.
Hunermendên Kurd Roja Reş anîn bîra xwe. Hekîm Sefkan, Peywan Arjîn û Hozan Şemdîn behsa roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir. Wan her wiha got, ka çawa bi hunerê xwe ew li dijî komployê têkoşiyane.
Hekîm Sefkan Roja Reş wiha tîne bîra xwe: “Ji ber ku min di TV’ê de kar dikir, saet bi saet me pêvajo dişopand. Serok di hinek axaftinên xwe de, weke ku me ji bo rewşeke weha amade dikir. Bi taybet gotina wî ya ’Dibe ku ev pêvajo li Enqerê bi dawî bibe’ qet ji bîra min naçe.
Di aliyê hestiyarî de em pirr êşiyan, lê me zanîbû ku êdî pêvajoyeke nû ji bo tevgera me û ji bo Kurdan dest pê dike. Ji beriya derketina ji Rojhilata Navîn û heta Yewnan, Îtalya, Rûsya, Tacikistan, Kenyayê… Me fêhm kir ku komplo ji Tirkiyê jî mezintir e. Her saniyeya çalakiyan dihat cem me. Ew hêrs ew heybet ew xwedîderketin li ti welatan û ji bo ti Rêberan di ti dîrokê de çênebûye.”
Hekîm Sefkan hingê çûye Romayê jî “Helbet em çûn û 3 rojan li wir mam. Bi xwe min digot, gerek dinya ji vî miletî re here sicûdê. Gel û hikûmeta Îtalya helwêsteke pîroz nîşan da. Min wer bawer dikir ku em ê karibin serok ji komployê rizgar bikin. Lê dewletên NATO’yê biryara xwe dabû.”
1989’an Ocalan dît
Hekîm Sefkan Rêber Apo sala 1989’an li Lubnanê dîtiye, “1989’an ji bo konserekê em çûn Lubnanê, pişt re em çûne Akademîya Mahsum Korkmaz. Me li wir jî konserek da. Heta ez derneketim ser dikê jî min serok nedîtibû. Li ser dikê ji nişkê ve çavê min pêket ku li pêş rûniştiye. Ez tevhev bûm, hesteke ecêb çêbû. Kela canê min rabû. Min nikaribû li aliyê wî binihêrim. Çavên min pê ket, min dît ku dikene, min fêm kir ku wî ji rewşa min fêmkiriye. Li çepikan da, moral da min. Ez nizanim min çawa bername xelas kir. Pişt re em vexwendin cem xwe. Bi zimanekî pirr gelî bi me re axivî. Piştî salekê em dîsa çûn. Dîsa wî pêşwazîya germ.
Bû nesîb, min karî wî gelek caran û di civatên cuda de, di rewşên cuda de bibînim.
Cidiyet û dîsîplîna wî bi kesekî din re nîne. Di lîstika futbolê de, di dersan de, dema xwarinê, dema sohbeta normal, heta henekên wî ders bûn. Deqeyeke xwe vala nedibihurand.”
Mezin Apo û Şehîd Mizgîn
Ji bo berhemên xwe yên li ser Rêber Apo jî ew dibêje, “Carekê li Rojava, Şehîd Mizgîn ji min re got, ’Ma te stran li ser serok çêkirine?’ Min jî got, ’Heval Mizgîn, ma ez ê ji bo serok çi bêjim?’. Min rahişt biziqa Şefîq Bavê Read û min got hema “Mezin Apo bilind Apo Serok Apo…”
Pişt re min dît, xweş e. Hevala Mizgîn jî eciband. Êdî Hunermend Alî Mansûr mûzika wê sererast kir, fereh kir. Ew strana yekemîn bû (1988). Piştî komployê, êdî min rêzêstran ji bo wî çêkirin: ’Merheba’ Koma Berxwedan stra. ’Roja me’ û ’Dunya’ Xelîl Xemgîn muzîkên wan çêkirin û gelek hunermendan bi hev re got. ’Hawar dikim’, gotin û muzîka wê min çêkir û heval Xelîl Xemgîn got. ’Derya’, Xemgîn Bîrhat mûzîka wê çêkir û stra. ’Rêber Apo’, Hozan Şemdîn muzîka wê çêkir û got. ’Bi dil ez te dibînim’, ji gotin û muzîka min, Ganî Nar dibêje.”
Hêrsa min
mînanî volkanekê difûriya
Peyman Arjîn jî roja komployê wiha tîne bîra xwe: “Ewrekî reş xwe vegirte ser asîmanê Kurdistanê. Ji bona min dawî li mirovahiyê hat. Hêza NATO’yê hemûyî li ser serê me Kurdan xwe kir yek û Rêber Apo bi awayekî derveyî mirovahiyî, dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin.
Weke ferdekî, kurdekî xwedî bextxweş, bi salan min serokatî ji nêz ve dîtibû û vê komloyê hestên min hemî ser û binî hev kirin. Pêre pêre, kelogirî dibûm, û her ku diçû hêrsa min li hemberî dijmin mînanî volkanekê difûriya.”
Xwe ji 15’ê Tebaxê re amade bikin
Peywan Arjîn wiha behsa serpêhatiya xwe û dîtina pêşî ya Rêber Apo dike: “Cara pêşî weke şensekî mezin û bi şanazî, min sala 1986’an Serokatî dît. Di Newroza 1986’an de cara ewilî, bi navê Koma Çiya, bi organîzasyona PKK’ê, şahiyeke newrozê ya navendî li Rojava li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Bi sed hezaran kes li Qamişlo meşiyan û dirûşm gotin: Bijî Kurdistan, bijî Serok Apo, Berxwedan Jiyan e. Di wê newrozê de wêneyên Rêber Apo, Şehîd Salih Kendal, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Hayrî Durmuş hatin hildan. Piştî Newrozê, ez çûm Şamê.
Li Şamê min Şehîd Hemze (Hasan Bindal) û Şehîd Rizgar (Zerdeşt Îsmaîl) dîtin û piştî çend rojan, Heval Hemze êvarekê ez birim cem serokatiyê. Dema ku çav bi serok ketim, ji kela canê min, gurpegurpa dilê min dida der. Serok dest bi pirsan kir, rewşa pîrozbahiya newrozê, û xebatên tevgêrî, nêzîkatiya gel ji PKK re, wê şevê ta dereng, serok dûr û dirêj li ser rola xebatên çand û huner di şoreşê de axivî. Serok berî ku rabe ji min re got, ’Heval xwe ji bona pîrozkirina cejna 15’ê Tebaxê hazir bikin. Wekî din ji koma we kî dikare tev lî bibe, xwe bidin hev û beriya wê bi çend hefteyan werin, herin kampa Mahsûm Korkmaz, xebatên xwe bikin û ji wir jî hûnê derbasî Burulyas a Lubnanê bibin. Şahî dê li wir çêbe.’ Min got, temam Serokê min.’
Strana pêşî ya ku Peywan Arjîn li ser Rêber Apo çêkiriye Hoy hoy Apê me bû: “Piştî ku min Serokatî dît, li gorî hestên xwe min ew stran sala 1987’an çêkir. Piştî wê jî sala 1988’an bi îlhama ji dirûşmeyan, min strana “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey serok, li hember dijmin tu bûye dîrok” çêkir. Sala 1999’an jî. ’Dilê te mezin wek derya Wanê, Apo Apo Apê me Kurda. Serok û rêber pîr, jîr û zana’ ku niha gelek hunermend weke sayin Ocalan birêz Ocalan, dibêjin, min çêkir.”
Xelk bi serê xwe çû Romayê
Hozan Şemdîn jî bi berfirehî behsa pêvajoya beriya Roja Reş dike û çûna Ocalan a Romayê dike û dibêje xelk li hêviya kesî nema û berê xwe da Romayê: “Bêyî ku hevalên tevgêrê agahiyê bidine gel, kê bihîst Rêber Ocalan hatiye Italyayê, da rê û bi hezaran hatin Romayê. Wê demê zivistan bû, li meydaneke mezin gel kom bû. Paşê navê wê meydanê kirin Meydana Kurdistanê.
Roja yekê, hezaran kes, xas û nas, bi kê re hebekî xemxuriya Kurditiyê û şoreşgeriya azadiyê hebûya, ji mala xwe radibû, bi înîsiyatîfa xwe berê xwe dida Romayê. Roja yekê, xwarin, vexwarin û di aliyê teknîkî de zehmetî çêbû.
Ez bi xwe jî 10 rojan li wê meydanê mam û gelek hevalên me yên hunermend jî li wê meydanê di nava gel de cihê xwe girtin roja diduyan sehneyek ji bo deng jî hat amadekirin. Gelek hevalên me ye hunermend li wir bername pêşkeş dikirin.
Ew Strana ’Eva Dunya Pir Mezin e, têra me hemuyan heye’ min wê demê li wê meydana Romayê çêkir û hem bi hêrseke mezin li wir tevî gel min ew stran got.”
Herçî Roja Reş e jî, ew wiha tîne bîra xwe: “Dema ew roja reş, me ew dîmenê Rêber Ocalan di hundirê teyarê de dît, em heval şok bûn. Ez wê demê li Burukselê, li TV’yê bûm. Hemû heval yan digiriyan, yan bê hemdî wan hêsir ji çavên wan dibariyan.”
Gelek caran Rêber Ocalan dît
Hozan Şemdîn wiha behsa dîtina Rêber Ocalan dike: “Min Rêber Abdulah Ocalan salên 1987, 1988, 1996 û 1997’an çend caran dît, tevlî perwerde, sohbet û komcivînên wî bûm. Rêberê Ocalan serafê insanan e. Mamosteyekî pirralî ye.
Wî xwest her gel bi çanda xwebunê, bi rengê xwe, bi dirok û nasnameya xwe hebe, bijî, neyî înkarkirin û ji holê neyê rakirin.” Hozan Şemdîn dibêje, Rêber Apo gelekî hez ji dengbêjiyê dikir û li stranên berdest ên heyî, nexasim jî destanên weke Mem û Zîn, Dewrêşê Evdê, Siyamendê û Xecê gelekî guhdarî dikir.
Hozan Şemdîn dibêje, Ocalan ji kesên betal û sistomisto aciz bûye: “Ji kesên eware, tembel, sistomisto, jihevdeketî belawelayî aciz dibû.
Digot, ’Ev der cihê kar û xebata xizmeta azadiya gelan e, hunê çawa bi vê sekna xwe ye têkçûyî herin nav gel?’ ji ber wê jî heya ew kesên wisa perwerde nebûya xwe neguhertaya nedişand nav xebatê.”
Ocalan xebatên çandî dişopandin
Qedrê ku Ocalan dide çand û huner jî, Hozan Şemdîn wiha qala wê dike: “Qedr û qîmetekî mezin dida çand û huner. Digot, ’Gel bê çand nabe. Bêçandîbûn wek dareke bê fêkî û bê berhem req û rût e’. Ji Salên 90´î heta komployê, timî bi têlefonê perspektîf didan ji bo çand û huner. Dema 1995’an MED TV vebû jî gelek perspektîfên wî ji bo bernameyên TV’yê jî çêdibûn.
Dema sala 96’an ez çûbûm Şamê, seha Serokatiyê, wê demê ji bo bernameyên çandî li MED TV’yê, girînge çi bername bên pêşkeşkirin, perspektifên xwe ji bo naveroka bernameyan hebû. Ji bo Koroyeke Neteweyî çêbe, gelekî hewl da û dema vekirina TV’yê, ew Koro hebû.”
Ji bo stranên ku wî bi xwe ji bo Rêber Ocalan çêkirine jî ew van agahiyan dide: “Eva Dunya, Hêza Gel - gotin ên Hekim Sefkan bûn awaza wê min çêkiriye -,
Dostê me Dengê meye Şer û xebata me ye, bîr û baweriya me ye bi Serok Apo ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN