Nasnameya xwe digihînim lûtkeyê

Duşem 13 Çile 2025 - 02:40

Di pêşbirka meşa salonê ya 5 hezar metreyî de ku li bajarê Erfûrt ê eyaleta Thurîngen a Elmanyayê hate lidarxistin, atletê Kurd Cûmalî Aslan di rêza yekemîn de bi ser ket. Pêşbirka bi prestîj ji aliyê Federasyona DLV a Elman ve hat organîzekirin û di bin çavdêriya Federasyona Atletîzmê ya Cîhanê de hat lidarxistin. Bi giştî 15 spormendên mêr tevlî vê pêşbirka dijwar bûn û di encama têkoşînê de Cûmalî Aslan di rêza yekemîn de bi ser ket. Serketina Cûmalî Aslan ya li vê derê, hişt ku di qada sporê ya navneteweyî de balê bikişîne. Aslan bi vê serketinê re gaveke din nêzî şampiyoniya mezin a ku di sala 2025’an de li Tokyayê tê li dar xistin, kir.

Armanca min Tokyo 2025 e

Cûmalî Aslan ji bo beşdarî şampiyoniya navneteweyî ya ku wê di sala 2025'an de li Tokyoyê pêk bê, pûaneke girîng bi dest xist. Aslan, anî ziman ku ew di encama pêvajoyeke xebatê ya plankirî û bi dîsîplîn ev serketin bi dest xistiye û got:"Rojê bi qasî 25 kîlometreyan meşiyam û min bernameyeke tejî danî pêşiya xwe. Armanca min ew e ku li Tokyo 2025'an nasnameya Kurd temsîl bikim û xwe bigihînim lûtkeyê."

Bi bawerî û îrade pêş ve diçim

Aslan, diyar kir ku ew di vê pêvajoyê ti destek negirtiye û got:’’Mixabin li Tirkiyeyê ji ber ku ez Kurdbûm, destekek ji bo min çênebû. Bi ser de jî ez rastî gelek binpêkirinên mafan hatim. Sazî û rêxistinên li Elmanyayê jî di mijara destekkirina sporvanên Kurd de bi baldar in. Ez bi îrade û baweriya xwe bi pêş ve diçim. Di vê çarçoveyê de ez bawerim ku ez ê nasnameya Kurd di qada navneteweyî de derxim lûtkeyê. Ji bilî Rêveberê Federasyona KURD-SPOR-EU Yuksel Koç, rahênerê min ê Kurd Metîn Yalçin û rahênerê min ê Elman Holger Kade kesî piştgirî neda min. Tevî vê yekê jî min baweriya xwe winda nekiriye û serbilind im ku gelê xwe temsîl dikim."

Ji bo nasnameyê amûrek e

Cûmalî Aslan qala armancên xwe yên demdirêj kir û got:’’Armanca min ew e ku di Olîmpiyatên Emerîkayê de ku wê sala 2028'an piştî Tokyoyê bê lidarxistin, pêşbaziyê bikim. Spor ne tenê ji bo min pîşeyek e, di heman demê de şêweyeke jiyanê ye." Cûmalî Aslan, ê ku hem di mijarên civakî de hem jî weke spormendek xwedî sekneke çalak e got:"Dewleta Tirk li Rojava her tim gelê me û xwişk-birayên me qetil dike. Weke Kurdekî ez komkujiyên li Rojava şermezar dikim. Dewleta Tirk li her devera ku Kurd lê hene êrîş dike. Li dijî civakê û her qadê êrîş hene. Ji bo vê jî ez serketinên di kariyera xwe ya sporê de weke armanceke şexsî nabînim. Ez weke amûreke parastina maf û nasnameya gelê Kurd dibînim. Ez ê berdewam bikim ku bibim dengê gelê xwe.”

ANF/HAKAN TURKMEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.