Nasnameya şehîdên Zapê

Çarşem 16 Hezîran 2021 - 04:35

HPG’e nasnameya 3 şehîdên Zapê eşkere kir û got “Em ê alaya şoreşê ya ku hevrêyên me dewrî me kiriye, bi biryardarî bigihînin serfiraziyê.” 

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye: “Di 29-31’ê Gulana 2021’an de li Qada Cîloya Biçûk a herêma Zapê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran çêbûye. Di şer de hêzên me bi tarzeke fedaî li ber xwe dane û derbên giran li dijmin xistine. Artêşa Tirk a dagirker piştre ji mecbûrî vekişiyaye û qad bomberdûman kiriye. Di vî şerî û bomberdûmanê de hevrêyên me Muhammed Qadir bi nasnav Çiyager Amed ê li Kobanê ji dayik bûyî, Îsmaîl Şîmşek bi nasnav Rustem Garzan ê li Bedlîsê ji dayik bûyî û Medya Elî bi nasnav Melsa Dêrik a li Dêrika Hemko ji dayik bûyî, bi îradeyek xurt şer kirine û şehîd bûne.

Hevrêyên me Melsa, Çiyager û Rustem li dijî dewleta Tirk a mêtinger û qirker yek ji berxwedanê herî bi heybet ên dîrokê nîşan dan û bi taybetmendiyên xwe yên milîtaniya pêşeng û dilsoziya bi hevrêtiyê re bûn lehengên nayên jibîrkirin ên Destana Zapê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ala şoreşê ya ku hevrêyên me radestî me kirine heta serketinê bi biryardarî hildin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.