Di 21’ê Sibata 1952’yan de, ji ber ku dewleta Pakistanê li ser axa Bengaliyan zimanê Bengalî qedexe dike, xwendekarên zanîngehê ev rewş protesto dikin.
BÊRÎVAN ŞENGALÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Mamosteyên li Wargeha Serdeştê ya Şengalê diyar kirin ku zimanê civakê hebûna wê ye û bang li civaka Êzîdî kirin ku xwedî li zimanê xwe derkeve û biparêze.
Di 21’ê Sibata 1952’yan de, ji ber ku dewleta Pakistanê li ser axa Bengaliyan zimanê Bengalî qedexe dike, xwendekarên zanîngehê ev rewş protesto dikin. Li hemberî vê protestoyê polîsên Pakistanê êrîşî xwendekaran dikin û di encama bûyerê de 11 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. UNESCO vê rojê esas digire û di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan dike.
Li seranserî cîhanê nêzî 6 hezar ziman hene. Li gorî daneyên rêxistina navneteweyî ya UNESCO’yê, her sal bi dehan ziman ji ser rûyê cîhanê winda dibin û tên jibîrkirin. Her wiha li gorî UNESCO’yê nêzî 2 hezar ziman di bin xeteriya tinebûnê de ne. Zimanê Kurdî jî bi salane di bin dagirkeriya 4 welatan de ye û qedexe ye. Li Şengalê jî zimanê Kurdî para xwe ji astengî û zehmetiyan girtiye.
Li ser rewşa ziman û girîngiya ziman mamostayên dibistana seretayî û Dibistana Navîn a Şehîd Xelef yên li Wargeha Serdeştê ya li çiyayê Şengalê ku ji 2015’an ve vebûne, axivîn. Li van dibistanan waneyên weke, zimanê dayikê, bîrkarî, çand û huner, zimanên Îngilîzî û Erebî tên dayîn.
‘Ziman hebûna mirov e’
Mamoste Hazim ku 7 sal in li dibistanê dersên bîrkarî û zimanê dayîkê dide da zanîn ku beriya her tiştî ziman, nasname, çand û hebûna mirove û wiha peyivî; “Ziman û çand hevdû ve girêdayî ne. Nasnama te temsîl dikin. Em jî wek civaka Êzîdî roja 21’ê Sibatê bi boneya xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin bibîr tînin. Ev 7 sal in kar û xebatên zimanê dayîkê re giranî hatiye dayîn.
Di hemû beşên kar û xebat de perwerde têne dayîn. Ziman ji xwe hebûna mirove.”
Mamoste Hazim ji şêniyên li Wargeha Serdeştê dijîn xwest ku xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha pêde çû; “Ziman nasnameya miletê me ye. Eger bi zimanê xwe xwedî dernekevî dijminên te çi bixwazin yê bînin serê te. Wê demê tu ji hebûna xwe, nasnameya xwe, dîroka xwe tê qut kirin û tê tinekirin. Divê Êzîdiyên me xwe ji zimanê xwe qutnekin.”
’Di serî de zimanê xwe baş bizanin’
Mamosta Cîhan jî jinek ciwan e ku bi qasî 5 sal in waneya çand, exlaq û hunerê bi zimanê dayikê dide. Wê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku divê ji berî her tiştî civak bi zimanê xwe biaxive û wiha pêde çû; “Li gelek welatan, yek ji wan Tirkiye, ji civaka Kurd re bi zimanê xwe axaftin qedexe kirine. Em jî wek civaka Êzîdî divê zimanê xwe bipeyivin. Dayik û bav jî divê bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî bipeyivin, da ku zarok baş fêr bibin û di serî de zimanê xwe baş bizanin. Em zimanê xwe nepeyivin, em nikarin wî biparêzin jî. Em xwedî li zimanê xwe dernekevin nikarin dewlemend jî bikin.”
’Nabin yê civaka xwe’
Gelek malbatên Êzîdî jî bi hinceta ku dîploma zarokên wan hebin dibistanên zimanê dayikê nahilbijêrin û zarokên xwe dişînin dibistanên dewletê. Li ser vê mijarê jî Mamosta Cîhan wiha axivî; “Ji ber ku yên bê dîploma ji aliyê dewletê de nayên qebûl kirin malbat zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî. Dewlet bi zanebûn wîsa dikin ku malbat, dayîk zarokên xwe neşînin dibistanên xwe.
Mecbûrî dibistana xwe dikin. Yên xwedî dîploma jî bo wan kar dikin, nabin yê civaka xwe. Nikarin ji bo civaka xwe kar bikin, dibin yê dewletê.”
Mamosta Cîhan jî bang li civaka Êzîdî kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên zimanê dayikê.
‘Her mirov bi zimanê xwe heye’
Mamoste Ferhan jî 7 sal in li dibistanên zimanê dayikê kar dike û waneyên dîroka Êzîdxanê, Erdnîgarî, Êzdiyatî û zanyariyê dide.
Mamoste Ferhan di serî de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû zimanzan, zimanxwaz û yên bi zimanê dayikê xwedî derdikevin û pê dipeyivin pîroz kir û wiha axivî; “Ziman nebe bedana mirov nabe. Ji ber ku ziman nasnama mirov e, hebûna mirov e. Mirov bi zimanê xwe tê naskirin. Dema mirov girîngî neda zimanê xwe, destpêkê ziman diçe, çand diçe, civak diçe, bawerî diçe.
Mirov winda dibe, tine dibe. Ji ber wê jî ya muqades ziman e û divê bêparastin.”
‘Divê zimanê dayikê were parastin’
Mamoste Ferhan destnîşan kir ku divê zimanê dayikê di her alî de bê parastin, ji bo wê divê di serî de dayîk û bav erka xwe pêkbînin û ji bo wê dibistan jî bêne nirxandin. Mamoste Ferhan wiha domand; “Li ku derê be bila bibe girîng e civak bi zimanê xwe biaxive. Dema diçin Ewrûpa jî, niha fermana spî tê pêkanîn. Ji zimanê xwe, çanda xwe, irf û edetên xwe dûr dikevin. Divê dayik û bav destpêkê girîngiyê bidin zimanê dayikê.”
Mamoste Ferhan got ku divê zarok rast bên perwerdekirin, bi çand, bawerî û zimanê xwe ve girêdayî bên mezinkirin û xwest civaka Êzîdî zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî.