Nasnameya 4 gerîlayên şehîd 

În 28 Gulan 2021 - 04:56

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Metîna û Garê şehîd bûbûn eşkere kir. HPG’ê got “Em soz didin ku em ê têkoşîna şoreşê ya ku hevrêyên me yên şehîd ji me re hiştine, teqez bigihînin serfiraziyê.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye: “Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Gulana 2021’ê diyar kiribû ku hêzên me di 9’ê Gulana 2021’an de li Girê Şehîd Çiya xwe bera nav hêzên dagirker dane, di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin. Di vê çalakiyê de hevrêyên me Muhammed Ocaklik bi nasnav Çekdar Ronahî yê li Amedê ji dayik bûyî û Muhammed Kiliç bi nasnav Kurtay Egîd ê li Colemêrgê ji dayik bûyî, bi şêweyekî fedaî çûbûn ser dagirkeran, piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.

Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Gulana 2021’an de jî diyar kiribû ku di 9’ê Gulanê de li qada Meyrokê ya Garê bomberdûmanek hatiye kirin û di vê bomberdûmanê de hevrêyê me Weyso Îsa bi nasnav Çiya Heftenîn ê li Kobanê ji dayik bûyî şehîd bûye.
21’ê Gulana 2021’ê hevrêya me Mîhrîban Sertkaya bi nasnav Asmîn Vîndar a li Mêrdînê ji dayik bûyî, li Metînayê dema li ser peywira xwe bû, di bomberdûmanê de şehîd bû.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Çekdar, Kûrtay, Çiya û Asmîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şoreşê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye jî bigihînin serfiraziyê.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.