HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir û destnîşan kir ku wê têkoşîna fedayî ya bêeman li ser xeta Rêber Apo teqez bi ser bixînin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: "16'ê Hezîrana 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bombardûmana dewleta Tirk a mêtinger de hevrêyên me Osman Ebdulwehab Rifayî bi nasnav Çiya Zagros ê li Amûdê ji dayik bûyî, Ûgûr Teymûr bi nasnav Raman Xebat ê li Amedê ji dayik bûyî û Botan Guzel bi nasnav Çekdar Amed ê li Amedê ji dayik bûyî şehîd bûn.

Hevrêyên me Çiya, Raman û Çekdar bi kesayetî û xurtiya di hevrêtiyê de wê ji bo me timî bibin mînaka milîtanên fedayî yên pêşeng. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Apoyî ku fedayiyê herî mezin e, em ê têkoşîna xwe ya bêeman xurt bikin û teqez bi ser bixînin."

ANF/BEHDÎNAN