Yek ji vedîtinên herî muhim ên serdema navîn ku destpêka wê esas heta bi sedsala 3´yan beriya mîladê jî diçe, polayê Şamê ye. Ew “Şûrê Şamisrî” yê ku di şeran de behsa wî tê kirin jî ji vî polayî ye. Heta bi “şoreşa pîşesaziyê” ya nîvê sedsala 19´an jî ti hesin û polayê ji vî zexmtir nehatibû çêkirin.
Bi zanîn yan jî na, di dema çêkirina vî polayî de bi avê û hin maddeyên din miamele bi pola re dihat kirin. Bi vê yekê hîna hesin nerm di encama reaksiyonên kîmyewî yên di asta quantumê de ev pola zexm dibû. Yanî belkî jî em behsa berhemê pêşî yê “teknolojiya nano” dikin.
Di sedsala 18´an de zanîna hilberîna vî polayî hatiye jibîrkirin. Lê bi lêkolînên modern ên arkeologan, em dizanin îro ew pola bi çi dihat çêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN