- Nanê sêlê yê li ostanê Kurdistanê li Iranê bi navên Kezînkeh û Nimefîs ket lîsteya Mîrateya Neteweyî ya Îranê.
Nanê sêlê yê li ostanê Kurdistanê li Iranê bi navên Kezînkeh û Nimefîs ket lîsteya Mîrateya Neteweyî ya Îranê.
Kezînkeh xwarineke temam e, herçî Nimefîs e, ew bêhtir xwedigire û ji bo miletên çiyayî bi kêr tê.
Lîstikên dişibin damê yên herêmî û lîstika goreyan jî di navê de deh tiştên din ên Kurdistanê jî ketin vê lîsteya neteweyî. Awayê cotkirina li Kurdistanê, çêkirina melhebên darî jî li vê lîsteyê hatin zêdekirin.
Hosteya çêkirina dîzikan Nesrîn Mîrzayî û hosteyê cawçêkirinê Arif Xulamî jî weke Xezîneyên Zindî li lîsteyê hatin zêdekirin.
TEHRAN