Namzetên Hevşaredariyê yên jin yên Yenîşehîr a Amedê û Îdirê Safiye Akdag û Necla kum diyar kirin her çendî barê wan giran be jî ew ê peywira xwe bi cih bînin û şaredariya gel ava bikin û behsa projeyên xwe kirin.
Safiye Akdag, Namzeta Hevşaredariyê ya Yenîşehîr a Amedê, a ku ji kevneşopiya HEP, DEP û HADEP'ê hatiye jiyana wekhev û azad diparêze û li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan têkoşîna xwe didomîne. Akdag anî ziman ji bo wê rûmetek e ku bûye namzeta DEM Partiyê, namzetiya wê tê maneya hevrûbûna pêvajoyeke dijwar û dayina hin berdêlan û got lê ew bi nasnameya xwe ya jinbûnê li hemû qadên jiyanê zor û zehmetiyan dikişînin, berdêlan didin lê dîsa jî bi paş de gav navêjin û li gel zehmetiyan jî afirandêrî û hilberandêriya xwe didomînin. Akdag got,’’Ji ber vê sedemê mirov encex bi jinan dikare ziyan û wêraniya şaredariya bi serdestiyê dîtî ji nû ve ava bikin.’’
Akdag diyar kir ji bo ew ziyana dana şaredariyê kêm bikin wext lazim e, ew ê hemû însîyatîvên qanûnî binirxînin û çi tişta ji dest wan were bixebitînin û xizmetê ji bo gel bikin.
Projeyên dema rêveberiya gel…
Akdag her wiha anî zimên ku xasma ji bo jin, ciwan û zaroan ew xwedî proje ne, dixwazin wan projeyên xwe bi cih bînin û got,’“Armanca me ew e ku çalakiyên ku xweza û jinan tîne cem hev, perwerdehiyên çandiniya organîk û şînkayiyên bi şîfa, li kooperatif û mîhrîcanan firotina mehsûlên ku tên çêkirin. Ji nû ve avakirina kreşên ku jinên kedkar dikarin zarokên xwe lê bihêlin û cihên cilşûştinê ku barê jinan sivik dike, xebatên hevpar ên bi Şaredariya Bajarê Mezin re ji bo vekirina Navendên Jiyana Jinan, hem perwerdehiya tenduristiyê û hem jî xizmetên giştî ji bo jinên ku ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene dîsa hin ji wan projeyên me ne ku em dixwazin pêk bînin. Ji bo piştgirî û dermankirina derûniya ciwanan, bi taybetî yên ku hewl didin bi polîtîkayên şerê taybet bitirsînin û îradeya wan bi madeyên hişber û fuhûşê tê tinekirin û bêbandorkirin, di pêvajoya rêhabîlîtasyonê de bi çalakiyên çandî, hunerî û werzîşê û ji bo malbatên wan perwerdehî û piştgiriya derûnî ya li ser tiryakê dê dîsa bibe yek ji armancên me yên pêşîn.
Em ê bi saziyên sivîl re rê ve bibin
Akdag bi berdewamî diyar kir ew ê van projeyên xwe bi saziyên sivil, bi demokrasiya pirhêlî û rêveberiya tevlêbûnê pek bînin û got,’’Ji bo ciwan û zarokên xwe em ê ji bo organîzekirina kursên ziman, dersên enstrûmanan, perwerdeyên şanoyê û her wiha xebatên çand û hunerî bixebitin. Projeya Parka Jiyana Bê Asteng, qada ku hemû zarok dikarin bi malbatên xwe re wextê xwe derbas bikin, di nav projeyên me de ye. Dema ku em van projeyan bimeşînin, helbet em ê bêyî saziyên sîvîl ên bajarê xwe nekin. Ji bo serwerî û mayîndekirina nêzîkatiya şaredariya me ya ku li ser bingehê xizmetguzariya giştî, demokrasiya piralî û rêveberiya beşdariyê ye, pêwîstî bi pêkhateyeke berxwedêr heye.
Pêşî divê tecrîd bê şikandin
Akdag herî dawî bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got pêşî divê tecrîd were şikandin. Akdag wiha got: ‘’Bêyî rakirina tecrîda ku bi salan e ne tenê li ser Kurdan, li ser hemû gelan tê meşandin, mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Ji bo jiyanek wekhev, çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet, divê bi têkoşîneke bi biryar pêşî tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û tecrîda ku li hemû qadên jiyanê tê meşandin bi dawî bibe. Yekane rê ye ku qeyûm careke din îradeya gel desteser neke. Em ê bi gelê xwe re herêmê bi rê ve bibin."
Em ê bi rengekî xurt xizmeta gel bikin
Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Îdirê ya DEM Partiyê Necla Kûm anî zimên ew bi hişmendiya wezîfeya ji bo gel xwe dide ber karê rêveberiya şaredariyê, berpirsyariya xwe çi qasî giran û mezin be jî ew ê bi cih bîne.
Kum got: "Ez soz didim ku ji bo vê wezîfeya xwe bi awayekî rast bi cih bînim, bi hemû hêza xwe bixebitim. Di van hilbijartinên seretayî de min careke din dît ku gelê me yê welatparêz çiqas qîmetê dide kedê. Li her mala ku em diçûn, min bi kêfxweşiyeke mezin dît ku gelê me bi hezkirin û tehemûleke mezin em hembêz kirin. Baweriya min bi tevahî heye ku em ê dîsa şaredariya xwe bi dest bixin. Em ê bi awayekî xurtir xizmetên şaredarvaniyê rast nîşanî gelê Îdirê bidin."
Em ê rêveberiyeke zelal bikin
Necla Kûm bal kişand ser bernameya şaredariyê ya DEM Partiyê û daxuyaniya hilbijartinên herêmî û wiha berdewam kir: “Deriyê me heta dawiyê ji gel re vekirî ye; Hemû karên ku em bikin wê di çarçoveya hesabdayinê de zelal bin. Em ê şaredarvaniya gel pêk bînin ne şaredariyeke rantê. Projeyên me wê bi temamî ji bo av û hewaya paqij, kuçe û parkên Îdirê ku mirov bi hêsanî bikaribe bimeşe û bajarekî ku mirov karibe lê bijî bê çêkirin.”
Necla Kûm bal kişand ser paradîgmaya azadiya jinan a partiya wan, diyar kir ku ew ê di vî warî de bi giranî li ser xebatên jinan bisekinin û got: "Em ê bi hemû hêza xwe alîkariya jinan bikin ku hêza xwe ya xweser eşkere bikin, xwe bi awayekî azad îfade bikin û xwe bi rêxistin bikin."
ANF/AMED/ÎDIR