Namzetên şaredariya gel yên Peyasê û Mûşê bal birin ser dijminatiya qeyûman a li dijî nasnameya Kurd û gotin ew ê li dijî bi polîtîkayên xwe yên dema şaredariya gel dawî li pergala qeyûman bînin û rêveberiyeke nû bi gel re ava bikin.

Yek ji namzetên Hevşaredariya Peyasê ya Amedê yê  DEM Partiyê Cengîz Dundar diyar kir desthilatdarî bi hewldana bênasname hiştinê li ser Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet pêk tîne û got, “Bajar bi nasnameyên xwe hene. Bi taybetî ji bo bênasname hiştina Kurdistanê polîtîkayên cidî hene. Em ê pêşî li van polîtîkaya bigirin.’’

Projeya me ya mezin nasname ye

Dundar bal bire ser ku dewleta Tirk bi hewldana bênasname hiştinê li ser Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet pêş tîne û got: “Bajar bi nasnameyên xwe hene. Bi taybetî ji bo bênasname hiştina Kurdistanê polîtîkayên cidî hene. Ev yek ne tenê di şexsê kes yan jî saziyan de, di şexsê hemû şêniyên bajar de tê kirin. Li navçeya me bi awayek cidî bêedaletiya dahatiyan heye. Lewma di warê hunerî, çandî û ziman de pêdiviya vê navçeyê bi nasnameyekê heye. Ji bo Peyasê wê projeya me ya herî mezin ev be. Derbarê vê yekê de em pir bi biryar in.”

Li dijî qeyûm hêrsa gel zêde ye

Dundar anî ziman ku xelkê Amedê li dijî qeyûman bi hêrs e û got: “Qeyûman bajar bê nasname hişt, bajar xizan kirin û kedkarên bajar ji jiyana rojane dûr xistin. Li aliyekî hewl dan polîtîkaya rantê, li aliyê din jî hewldan dizîtiyê belavî vê civakê bikin. Lewma li dijî qeyûman hem berteka me hem jî ya gel pir zêde ye. Li ser Kurdistanê êrîşeke cidî heye. Wêneyê van êrîşan qeyûm bi xwe ye. Em ê li dijî van êrîşan helwest û polîtîkayan pêş bixin û gelê xwe ronî bikin.”

Namzetên Hevşaredariyê yên Mûşê yên DEM Partiyê Sirri Soylemez û Tûba Sayilgan yên ku ji rojnamevana MA’yê Rûken Polat re axivîn, anîn ziman ku ew ê li dijî texrîbat û ranta AKP’ê ku bi salan e li bakurê Kurdistanê daye avakirin  polîtîkayên nû deynin û gotin ew ê bajêr li şûna betonê bi rengê deşta Mûşê bixemilînin.

Kooperatîfên çandiniyê

Namzet Sayilgan got ew ê bi diruşma “Jin, jiyan, azadî” berê xwe bidin riya xwe, AKP  heta niha ti sazî çênekiriye û ev bajar bajarê herî kêm ê ku jin lê dixebitin e. Sayilgan wiha domand:’’Em ê kooperatîfên çandiniyê û projeyên ku jin di şaredariyê de bixebitin çêbikin. Qursên çêkirina berikan, xebatên çand û hunerê, di zimanê zikmakî de şano û kreşan, navendên şêwirmendiya jinan, xetên Alo tundî û dê gelek projeyên çalak bi pêş bixin. Em ê projeyên ku jinan di tevahya qadên jiyanê de bi cih bike pêş bixin.’’

Dijî hişbirê polîtîka

Sayilgan bi berdewamî bal bire ser polîtîtayên ji bo ciwanan ku bûne hedefa dewleta Tirk û wan dikişîne bikaranîna madeyên hişbirê û got, ‘’Armanca me ew e ku em ciwanan ji hişbirê dûr bixin û ji bo wan xebatan bi pêş bixin. Ji bo em bi cewherên zarokan bihesin, em ê xebatên perwerdeyê bi pêş bixin.’’ Sayilgan her wiha  got ew ê xizmeta tendiristiyê jî bi zimanê zikmakî bidin.

Li şûna betonê şînahî

Namzet Soylemez jî diyar kir dema ku ew hatin ser kar wê projeyên DEM’ê gel be, wê di her projeyê gel xwedî gotin be û ew ê bi gel re bajarê xwe bi rê ve bibin.

Soylemez anî ziman ku jin û ciwanên ku kedê bidin projeyên wan, dê heqdestê keda xwe bistînin û da zanîn ku ew ê bi şaredartiya gel, bi hev re bi ser bikevin. Soylemez axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Em ê bi qadên xebatê yên bi pirhêlî ve bajarê xwe dewlemend bikin û berhemdar bikin. Em ê di her alî de bajarê xwe xurt bikin, wê xizmetên me ji bo fêdeya gel bin. Em ê şûna kavilên betonê, her cihekê bajar weke rengê Deşta Mûşê bixemilînin

ANF/MA