- Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rizgar Hacî Heme diyar kir ku ew dixwazin hemî hizb bi hev re biçin Bexdayê.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rizgar Hacî Heme diyar kir ku ew dixwazin hemî hizb bi hev re biçin Bexdayê. Rizgar li ser namzetê serokkomariya Iraqê jî got; “Heta niha ji bo serokkomariya Iraqê, Berhem Salih namzetê YNK’ê ye.”
Hilbijartinên pêşwext yên Iraqê di 10’ê Cotmeha 2021’an de pêk hatin, lê heta niha jî hikûmeta nû ya Iraqê nehatiye avakirin. Nayê zanîn ka aliyên Kurdan jî çawa biçin Bexdayê.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtîy Niştimanî Kurdistan (YNK) Rizgar Hacî Heme ku ji Dengê Emerîkayê re axivî, diyar kir ku ew dixwazin hizb hemû bi hev re biçin Bexdayê.
Rizgar got, YNK niha bi Tevgera Gorran re hevpeyman e û bi yên din re jî di nava peywendiyan de ne. Rizgar li ser namzetê YNK’ê yê ji bo serokkomariya Iraqê jî careke din Berhem Salih nîşan da.
SILÊMANÎ