Namzetê PADÊ her dixebite

Şemî 25 Îlon 2021 - 02:47

Xebatên hilbijartinê yên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş dewam dikin. Semîr Derwêş li Komelgeha Borik bû û xelkê bi germî pêşwaziya wî kir. Xelkê Borikê yê ku Şêx Semîr bi wan re peyivî, soza piştgiriyê da Derwêş.

10’ê Cotmeha 2021’ê hilbijartinên pêş wextê xwe yên Iraqê tên lidarxistin. Namzetên serbixwe û partiyan ji bo bi ser kevin, dixebitin.

Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş li Şengalê yekane namzet e ku Êzîdî weke yê xwe dibînin. Ew xebatên xwe dewam dike. Pêr êvarî Şêx Semîr Derwêş çû serdana Komelgeha Borik. Xelkê bi coşeke mezin pêşwazî li wî kir kirin.

Semîr Derwêş li nav rûspî, dikandar û xelkê komelgehê geriya. Xelkê Borikê soz da ku ew ê dengê xwe bidin Derwêş, ji ber ku tenê ew dikare li parlamena Iraqê mafê Êzîdiyan biparêze.  

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.