HAKAN YALÇIN/ MA / AGIRÎ

Namzetên Hevşaredariyê yên Panosê yên DEM Partiyê Rojbîn Kartal û Kerem Kirtay destnîşan kirin ew ê mekanîzmayeke ku hemû biryaran bi gel re wergirin ava bikin, ji bo jin û ciwanên xebatên taybet bikin, her wiha ji bo sewalkariyê derfetên nû ava bikin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xwe hazir dike ku 31’ê Adarê dawî li pergala qeyûman bîne. Namzetên hevşaredariyê yên li navçeya Panos a Agiriyê Rojbîn Kartal û Kerem Kirtay ên ji aliyê gel ve hatin diyarkirin diyar kirin

ew ê  bi gel re dê feraseteke şaredarvaniya ku hemû pirsgirêkan çareser bike ava bikin. 

Yek ji namzetên hevşaredariyê Kerem Kirtay, diyar kir ku DEM Partî partiya bindest û kesên keda wan tê xwarin e û anî ziman ku ji bo xizmeta gel bi rê ketine. Kirtay, bal bire ser bêkarî û nelirêtiya li navçeyê û wiha got: “Ji bo qadên kar ava bikin em ê xebatan bidin dest pê kirin.’’

Ji bo ciwanan xebat

Kirtay bi berewamî bal bire ser polîtîkayên taybet ên li ser ciwanan û got ew ê ji bo ciwanan xebatên çand û hunerî bikin. Kirtay wiha got:’’ Ji bo ku mirov bikarin debara xwe bikin neçar dimînin ku biçin bajarên din û di înşaet û karên giran de bixebitin. Heke em li vir ji bo mirovên xwe îstîhdama kar biafirînin, wê li vir bixebitin. Em ê piştgiriya mirovên ku karê xwe ava bikin, bikin û derfetan pêşkeşî wan bikin. Em ê ji bo ciwanan saziyên çand û hunerê vekin. Ji ber ku polîtîkayên şerê taybet ku dewlet li Kurdistanê li ser ciwanan dimeşîne kûrtir dibin. Dewlet hewl dide ciwanan bêkar bihêle û mûhtacî ber destê xwe bike. Em ê ji bo ciwanan û jinan atolye û perwerdehiya tekstîlê vekin.”

Ji bo sewalkaran derfetek

Kirtay, da zanîn ku çavkaniya debarê ya bingehîn çandinî û sewalkariye û wiha berdewam kir: “Mixabin mirovên ku karê sewalkariyê dikin nikarin berhemên di hilberînin bifiroşin. Em ê di bin navê şaredariyê de şîr û berhemên ji şîr çêdibin bikirin û bikin ku bifiroşin. Bi vê pergalê hem berhemên ku jin dihilberînin û dixwazin bifiroşin rast e rast digihe kesên ku dê berheman bikirin hem jî ji jinan re ji aliyê aboriyê ve dahatek tê. Li navçeyê hema bêje tesîsên qadên civakî tune ne. Bêyî ku zirarê bidin xwezayê em ê qadên jiyanê ava bikin. Em ê derfetên şaredariyê pêşkeşî xizmeta gel bikin.” 

Biryara hevpar 

Kirtay, anî ziman ku ew ê bi namzeta hevşaredariyê Rojbîn Kartal re ji bo gel karên girîng bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di hemû xebatên xwe de biçin cem gel û em ê bi hev re biryarê bidin. Em ê bi gel re mekanizmaya biryarê ya hevpar ava bikin. Em ê şaredariyeke demokratîk ava bikin.”

Bi jinan re avakirina istihdamê

Namzeta hevşaredariyê Rojbîn Kartalê jî anî ziman ku wê ewilî ji bo çareseriya pirsgirêkên jin û ciwan dijîn wê xebatan bidin meşandin. Kartal, anî ziman ku ew ê şaredarvaniya jinan têxin meriyetê û ev tişt gotin: “Em ê projeyên ku jin bi xwe hilberînin û bifiroşin û di mijara azadiya aboriyê de rehet bibin çêbikin. Ji bo ku jin berhemên di hilberînin bifiroşin em ê qadan ava bikin. Em dixwazin ji jinan re îstîhdama kar ava bikin. Em ê li dijî tundiyê navendên piştevaniyê ava bikin.”

Rojbîn Kartal di sala 1997’an de li navçeya Panosê hate dinê. Kartal a mezûna lîseyê ye, di salên xwe yên ciwantiyê di nava xebatên siyaseta kurd de cih girt. Kartal a demekî dirêj xebatên ciwanan bi rê ve birin, pişt re weke aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe meşandin. Kartal a di nav xebatên Navenda Çandê ya Serhed a Panosê de jî cih girt, zewicî ye û du zarokên wê hene. 

Kerem Kirtay, di sala 1978’an de li navçeya Panosê hate dine. Kirtay ê salên 2000’î de li Dîlokê di nav xebatên siyasî yên Baskê Ciwanan ê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de cih digirt, di Hilbijartinên Herêmî yên 2009’an de weke endamê Meclisa Şaredariyê yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hate hilbijartin. Kirtay ê di sala 2014’an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) weke endamê Meclisa Şaredariyê hate hilbijartin zewicî ye û 8 zarokên wî hene.