• Li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1, binpêkirinên mafan zêde dibin.

Li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1, binpêkirinên mafan zêde dibin. Xizmên girtiyan Emîne Işik, Nîhal Bîlîr û Abdulhalik Kirik ên di 28'ê Adarê de xizmên xwe dîtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. 

Nîhal Bîlîr, xwişka girtî Bîlal Bîlîr e. Wê got, birayê wê gotiye gardiyanan êriş biriye ser hevalekî wan: "Birayê min got, dema silavê li gardiyanan nakin, heqaretan li wan dikin. Di nîqaşeke piçûk de jî wan dixin hucreyê." Bîlîr da zanîn ku birayê wê gotiye ji bo derve nebînin îdareya girtîgehê paceyên qawîşan bi qartonan girtine û birayê wê gotiye, ji bo binpêkirina mafan daxwazname dane dozgerê girtîgehê, lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin.

Emîne Işik dayika girtî Hasan Işik û Huseyîn Işik e. Hasan di Girtîgeha Gumuşhane ya Tîpa E'yê de û Huseyîn Işik jî di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1 de ye. Emîne Işik got, kurê wê Huseyîn bi tena serê xwe di hucreyekê de ye: 

Xewê diherimînin

"Bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Tenê saetekê dikare biçe hewşê. Huseyîn, nexweş e. Gava em çûn ser û çavê wî werimîbûn. Di hucreyê de wisa bûye. Jixwe girtiyên nexweş nayên dermankirin. Car caran davêjin ser odeyên wan, pirtûkên wan û kincên wan desteser dikin. Gardiyanan jê re gotiye, ‘Kincen xwe bişo, tekeve bin betaniyê heta kincen te ziwa dibin.’ Me jê re cil birin, niha em nizanin kincen wî danê yan na. Ji min re got, 'ji ber ronahiya hucreyê nikare rakeve, ceyranê vedimirînim. Hingê gardiyan tên pêdixin, ji bo ku ranekevim.'"

Abdulhalik Kirik, bavê girtî Mehmet Kirik e. Ew di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1 de ye. Abdullah Kirik bi kurê xwe re bi telefonê peyiviye. Kirik got, mafê girtiyan tên binpêkirin: "Gardiyan tim tahdeyê li girtiyan dikin. Girtî jî ji ber vê daxwaznameyê dane dozger, dozger jî gotiye, 'Gardiyan guh li gotina me jî nakin.' Pirtûkên wan, kincên wan nadin wan. Gava di paceya hucreyê de li derve mêze dikin, gardiyan paceyan bi qartonan digirin. Gava ew li ber van zextan radibin jî tên tecrîdkirin."

Hevdîtin kurt kirine

Kirik diyar kir ku her wiha dema hevdîtina bi telefonê û hevdîtina rû bi rû hatiye kêmkirin: "A telefonê kirin 10 deqe, ya rû bi rû jî kirine 40 deqe." Kirik, di dawiya axaftina xwe de bang kir da ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin raya giştî dengê xwe bilind:

“Em naxwazin cenazeyên zaroken me ji girtîgehan derkevin. Bila qanûnên li gor mafên mirovan pêk bînin. Em ê ji meclîsê û Wezîrê Dadê re daxwaznameyan bişînin. Em dixwazin li meclîsê ji bo girtîgehan komîsyonek bê çêkirin. Hem ji aliyê derûnî hem jî ji aliyê fizîkî ve zext li ser wan hene. Lewma am bang li raya giştî dikin, bila li ser vê meseleyê bisekin, da ku tecrîda li ser wan bi dawî bibe."

ANF/AMED