Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê xeteke sor e û got "Em qebûl nakin ku zimanê me yê ku xewna her kurdekî welatparêz û kurdperwer bû, bikeve nav bazarên polîtîk." Mamosteyên zimanê Kurdî fikra xwe diyar kir û got, perwerdeya bi zimanê dayikê xewnek bû û qebûl nakin wek astengiyekê li pêşiya yekitiyê bê bikaranîn.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava doh li pêşiya avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo, daxuyaniyek da li ser daxwaza ENKS'ê ya rakirina materyalên Kurdî û li şûna wan bikaranîna materyalên hikûmeta Şamê. Xwendekarê zanîngehê Nasir Efrîn daxuyanî xwend.
Xwendekaran got, ew qebûl nakin zimanê wan, xewna hemû Kurdên welatparêz û kurdperwer, bikeve nav bazarên polîtîk. Wan got, xewna wan bû ku ew serbest li welatê xwe bijîn û li welatê xwe bi zimanê xwe bixwînin, buhayê wê xewnê bi hezaran şehîd bûn. Xwendekaran di daxuyaniyê de got, "Em ji her kesî re dibêjin, perwerdeya bi zimanê dayikê xeteke sor e, em nahêlên ku kes nêzî bibe."

Destketiya herî girîng e

Mamosteyên zimanê Kurdî yên yên li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gotin, zimanê dayikê ji girîngtirîn destketiyên Şoreşa Rojava ye. Mamosteyan piştrast kir ku ew daxwazên betalkirina fêrkirina bi zimanê dayikê û li şûna wan fêrkirina materyalên hikûmeta Şamê red dikin.
Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Şehbayê Fadil Cawîş got, ji bo rûniştandina pergala perwerdeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, gelê Kurd bi hezaran şehîd dan. Lê ENKS hewl dide rewşa perwerdeyê vegerîne beriya 2011`an, ev yek nayê qebûlkirin.
Mamoste û endama Komîteya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê, Mîdya Elî jî got, “ENKS bi vê daxwaza xwe hewl dide destketiyan tine bike. Em vê daxwazê red dikin. Ji ber ku berhema salên bi kedên gelê herêmê ji bo vejandina zimanê Kurdî ye. Şoreşa me şoreşa zimanê dayikê ye. Lewra armanca wan tinekirina şoreşa me ye."
Mamosteya zimanê Kurdî li Dibistana Şehîd Hogir a li Kobanê, Leyla Aslan jî daxwaza ENSK`ê ji bo vegerandina materyalên hikûmeta Şamê red kir û got: “Em ji bilî materyalên bi Kurdî ti0 materyalên din qebûl nakin. Ji bo parastina zimanê dayikê ciwanên me canê xwe feda kirin."

ANHA/QAMIŞLO