Ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya li Tirkiye û Sûriyeyê, gelek dever xirabûn. Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jî wêran bû. Dewleta Tirk a dagirker nehişt tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî bigihêjin wir.
Li ser malperên medyaya dîjîtal dîmenek belav bû, tê de diyar dibe çawa dewleta Tirk a dagirker di karesatan de jî şerê Kurdan dike û alîkariyan ji ser wan qut dike.
Ti alîkarî nehat ji me re
Di dîmenan de, hin welatiyên ji xelkê Cindirêsê dibêjin ku wan tu rêxistinên alîkariyan nedîtine, navên wan jî ji bo belavkirina alîkariyan nehatine qeydkirin.
Her wiha destnîşan dikin ku ji ber erdhejê malên wan wêran bûn, lê tevî wê jî tu kesî alîkarî neda wan û got: “Tenê cîranên me hin madeyên xwarinê û nan dan me.”
Alîkariyê didin biyaniyan
Şêniyekî din ji Cindirêsê ku li pêşiya mala xwe ya wêranbûyî sekiniye, dibêje: “Tu kes nehat alîkariya me, kesên din ên ji Atmê û deverên din hatin, konên xwe li vir vedan, alîkarî hemû diçin ji wan re. Em kavilan bi destê xwe radikin, ne kon hene, ne jî alîkarî.”
Heman kes destnîşan dike ku mala wî zirar dîtiye, lê tevî wê jî ew li pêşiya mala xwe dimîne, ji ber ku wê çete diziyê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN