Nahêlin agir vemirînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 14 Hezîran 2021 - 05:04

Piştî ku leşkerên Tirk agir berdan daristanan li navçeya Pîranê, destûr nedabûn şewat bê vemirandin. Ji ber vê şewat dewam dike. 

Leşkerên dagirker 1’ê Hezîranê agir bi cihê operasyona leşkerî ya li gundê Pîrêjman ê navçeya Pîran a Amedê xistibû. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, şewata li Çiyayê Gorseyê kêm bûye, li hin deveran hê dewam dike û ji ber şewatê li beşekî mezin a çiya dar nemane. 

Li aliye din leşker destûrê nadin agirê gihîştiye ber malan bê vemirandin. Leşkeran nehiştiye makîneke agirkujiyê jî dest werde şewatê. Çavkaniyên herêmê dibêjin, leşkeran ji wan re gotiye, "Herêma terorîstan e, bila bişewite. Heke ew der tev bişewite, terorîst nikarin bisekinin". 

Rexmî astengkirina leşkeran jî ji bo ku agir negihîje sînorê navçeya Miyaran a Xarpêtê gundiyan bi derfetên xwe erdê vedan û xwestin agir kontrol bikin. Ji ber erd vedanê agir berê xwe guhast û ber bi nav gundan ve diçe.  

Gundî dibêjin, ji ber ku gelek darên berûyan li herêmê hene leşker demên operasyonan nikarin bi pêş ve biçin û ji bo ku peşiya xwe vekin bi qest agir bi daristanê dixin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.