Pêr balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê 3 caran li ser hev konê karkerên kolandina bîrên avê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 5 karker şehîd bûn û 2 karker jî birîndar bûne.

Nûnerên hemû Meclîsên Gel ên Şengalê ku girêdayî Rêveberiya Xweser ya Şengalê ne, li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de nûnerên Meclîsên Gel yên Herêma Erebên Şengalê jî amadebûn. Bi navê sazî û rêxistinên Şengalê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo bi Erebî û bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Bedel bi Kurdî daxuyanî dan.

Dewleta Tirk har bûye

Destpêkê Nayîf Şemo bi navê MXDŞ’ê axivî û êrişa dijî Şengalê şermezar kir û ev bang li saziyên xwe weke ‘Parêzvanên mafê mirovan’ pênase dikin kir: “Mixabin, ev saziyane li hemberî van êrişên li ser Şengalê bêdeng in. Em ji NY’re dibêjin ku qaşo hun cîhanê rêve dibin, bila wijdana we biêşe û li beramber van êrişan bêdeng nemîne.” Nayîf Şemo rexne li hikûmeta Iraqê jî kir ku heya niha ti helwestek dijî êrişên hovanê yên dewleta Tirk na deyne û got:“Her wiha em ji dewleta Iraqê ya demborî re dibêjin, ka dewletbûna we? Li cihê ku hun diziyê bikin, bila çavê we li ser Şengalê be, ne ku temaşevan bin. Em bang li dewleta Iraqê dikin, bi rêya peywendiyên dîplomatîk û sefaretên xwe, rê li ber van êrişên dewleta Tirk bigire.”

Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî da zanîn ew dixwazin peyamek bigihînin dijminên mirovahiyê û got:“Dewleta Tirk li çiyayên azad binketiye, weke ‘kûçikê har’ êrişê her derê dike. Li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê li sivîlan dixe. Li mirovên ku ji bo debara xwe kar dikirin, ji bo li malbat û zarokên xwe binêrin, xist. Li Rojavayê Kurdistanê li çavkaniyên jiyanê dixe. Em dewleta Iraqê ji ber hevkariya wê ya bi vê dijminê hov re şermezar dikin. Serweriya Iraqê nemaye û hemû bûye dek û dolab. Eger serweriya wê heba, wê dewletek din ne hatiba li xelkê wê nedaba. Eger Iraq li beramber van êrişan nesekine û helwest nîşan nede, ew jî hevkarê van êrişan e. Erdogan dijminê koka mirovahiyê û dijminê koka Êzidiya ye, lewma em nikarin gazindê ji dijminê xwe bikin.”

Neam Bedel bêdengiya Saziyên Mafê Mirovan yên beramber êrişên dewleta Tirk jî bi zimaneke tund rexne kir û got:“Tiştek bi navê Saziyên Mafê Mirovan nemaye, eger heba wê dewleta Tirk nekarîba ev kiryarên hovane li hember mirovên medenî pêkbîne, çekên kîmyewî bikarbîne û balafirên mirov bixe nava herêmên sivîl. Em li dijî êrişan dibêjin, şehîd namirin, bijî berxwedana Şengalê û bijî berxwedana gerîla.”

ROJNEWS/ŞENGAL