Nabe Hore were dagirkirin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:56

Hore (dengbêjî) yek ji cûrên dengbêjiyê ye, hunera herî kevin ya Zagrosê ye û dîroka xwe digihihe hezarê salan. Taybetmendiya vê hunerê ewe ku beriya mûzîkê hatiye gotin û heya niha jî nehêlaye muzîk bi ser de serdesettir bibe. Nivîskar Xalid Kerîm dibêje; “Di nava civaka Kurdan de dîroka hezaran salî heye û hemû hunera Kurdan vedigere ser dengbêjiyê, ji bo vê nabe rê bi dagirkirina vê hunerê were dayîn.”

Hore hunerek civaka Zagrosê ye û dîroka xwe dispêre nêzî 4 hezar salan. Gelek curên Hore hene, li gorî erdnîgariyê tê guhertin, weke Horeya Caf, Kelhurî, Pawemurî, Dudengî, Yekdengî û gelek cûrên din jî hene. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek zindî ye, bi taybet jî li Herêma Germiyan resengiya xwe diparêze. Li gorî pisporan, Hore dayîka hunerane, derbarê mijarê nivîskar Xalid Kerîm axivî.

Cara ewil li Hewraman serî hildaye

Nivîskar Xalid Kerîm derbarê Hore de dibêje; “Hore yekem hêlma mûzîkê ya di singa mirovan deye, ji ber ku mirov ewil ji diyardeyên xwezayî tirsiyaye, ev muzîk jî teqiyaye. Tê gotin ku mûzîk destpêkê li vê herêmê serî hildaye, li gorî min famkirî ev mûzîk jî, hunera Hore ye. Di dema berê dejî gotine, Kurdan di dema şer de stran gotine, ew stran jî Hore bû.” Nivîskar Xalid di dewama axaftina xwe de behsa destpêka serhildana Hore kir; “Li gorî min cara ewil Hore li Hewraman serî hildaye, lê piştre li coxrafyaya cuda belav bûye. Herwiha tê gotin di bingeh de meqama Hore ji Herêma Germiyan tê, gote goteyên dibêjin meqama ewil ji Erebî û Faristî tên jî, ne rast in. Ji ber ku Iraqê meqambêjî heye, ew jî ji Kurdan hatiye wergirtin.”

Ereban dagir kiriye

Di dewamê de Xalid behsa taybetmendiyên Hore kir û got; “Hore di hemû ramanên civaka Kurd de heye û hemû nirxên civakê weke xem nirxandiye. Weke mînak Horeya Qelxan ji ya Caf û Şarezûrê cuda ye, dema mirov guhdar dike, mirov dizane ew Hore ya kîjan hêrêmê ye.” Di dawiyê de Xalid da zanîn ku Kurdistan welatê Horeye û peywendiya xwe bi çarenûsa Kurdan ve heye û got; “Hore xwe spartiya Gelê Kurd, ji ber vê girîngiyê nabe rê bidîn Hore were dagirkirin. Wek mînak dengbêjek bi navê Weysî hebû, Ereban wî navî dagirkir û wî navî weke meqamê elweysî guherandine.”

ROJNEWS/SELMAN OSMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.