Na ji dagirkeriya Tirk re!

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:23

Bang, nerazîbûn û helwestên li dijî dagirkerî, êriş û leşkerkêşana berdewam a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de beşek ji çalakvan û rojnamevanên Iraqî li ser medya dijîtal kampanyayek heştegê ji bo derxistina balyozê Tirkiyeyê ji Bexdayê dan destpêkirin.

Ev kampanya ji aliyê Rojnamevan Mihemed Cibûrî, Rojnamevan Merwan Hebîbî, Rojnamevan Selam Zubeydî, Rojnamevan Mihemed Elî li gel her du çalakvanên mafê mirovan Nur Bedir û Ebas Elî ve hatiye destpêkirin. Çalakvan û rojnamevanên ku kampanyayê dan destpêkirin xwestin ku balyozê Tirk ji Bexdayê bê derxistin û ji bo bersivdayîna dagirkeriya dewleta Tirk ev heşteg li hemû medya dijîtal bê belavkirin.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.