MXDŞ:Vegerin Şengalê!

Duşem 8 Mijdar 2021 - 22:25

  • Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) 23’yê Tîrmeha 2021’an kongreya xwe ya 4’an li dar xistibû. Wê pêr bi beşdariya rêveberiya nû civîna xwe ya yekemîn li dar xist. 

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) 23’yê Tîrmeha 2021’an kongreya xwe ya 4’an li dar xistibû. Wê pêr bi beşdariya rêveberiya nû civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Hevserokên meclîsên herêman jî di civînê de amade bûn. Piştî rêzgirtina ji tevahî şehîdên Êzîdxanê re, rapora xebatê ya du mehan a Desteya Rêveber hate xwendin.

Hevserokê  MXDŞ’ê Merwan Bedel, destpêka axivî û îşaret bi qeyrana siyasî û rêveberî ya li Iraqê kir: “Li Iraqê qeyraneke siyasî û civakî heye. Rêbazên çareseriyê yên desthilath pêşkêşê gel dike, ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin û baweriya gel bi desthilata niha nîne.”

Bedel hewldanên PDK’ê yên dijî Şengalê jî nirxandin û got, “Ji sala 2003´yan heta 2014’an PDK´ê Şengal bi rê ve dibir. Lê PDK´ê Êzîdî tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianîn. Ji ber vê, Komkujiyên Sîba Şêx Xidir û Til İzêr pêk hatin. Tenê yek rê ji bo Şengaliyan hiştibûn, ew jî hemaltî bû. Ji ber van sedeman, em weke civaka Êzîdî peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin. PDK ya ku 11 salan xêra Êzîdiyan xwaribû, gel di destê DAIŞ’ê de hişt. Lewma, em rêveberiya wan li vir qebûl nakin.”

Yek ji mezinê eşîra Mala Zero, Şêx Şemo jî di civînê de got, “Ji ber PDK’ê ji her maleke Êzîdiyan 10 kes ketin destê DAIŞ’ê. Ji ber vê yekê, em hebûna PDK’ê li Şengalê qebûl nakin. 100 parlementerên weke Mehme Xelîl werin jî, wê nikaribin werin Şengalê.”

Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Dayê Kinê jî îşaret bi têkoşîna li Şengalê kir: “Li cîhanê hemûyî mafê jinê tê xwarin. Lê li beramberê vê têkoşîna jinê a ji bo azadiyê heye. Em jî wek jinên Şengalê ji bo axa xwe, şehîdên xwe, doza xwe têdikoşin. Em ji berxwedêrên çiyê re serketinê dixwazin.”

Di civînê de banga vegera li Şengalê li Êzîdiyên koçber û penaber hemûyan hat kirin. 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.