Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya salvegera sisiyan a vekişîna gerîla ji Şengalê, daxuyaniyek da û bal bire ser gefên li dijî destketiyên Şengalê. Meclîsê destnîşan kir ku sekn û biryardariya wan berxwedan û parastina destketiyan e.
Di destpêka daxuyaniyê de, fermandarên HPG'ê yên şehîd Egîd Civyan û Dilşêr Herekol û tevahiya şehîdên di ber azadkirina axa Şengalê de canê xwe dane, hatin bîranîn.
MXDŞ´ê fermana 3'ê Tebaxa 2014'an bi bîr xist û got, "Hêzên leşkerî yên Iraqê û PDK'ê pişta xwe da Şengalê, gelê me di nav lepên qirkirinê de hiştin, jin, zarok û civaka me di nava germa havînê de li çiyayê Şengalê di nava dorpêça çeteyan de hiştin. Gerîlayên HPG û YJA Starê xwe gihandina bi hewara Êzîdiyan û rê li ber qirkirineke mezin girtin."
MXDŞ´ê bi bîr xist ku "Hêzên gerîla di bin çavdêriya Iraqê de û li ber çavên ragihandin û raya giştî 1'ê Nîsana 2018'an ji Şengalê vekişiyane" û got, "civaka Êzidî niha bûye xwedî hêz û dikare parastina tevahiya Şengalê bike û bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye xwedî îrade, pêşî li her cûre êriş û fermanan digire."
PDK bi dewreke xirab radibe
Meclîsê îşaret bi dewra xirab a PDK´ê ya ji bo xirakirina tifaqa Êzîdioyan jî kir û got, "PDK dixwaze Êzîdiyan ji hev dûr bixîne û careke din Şengalê bixe destê xwe. Vê pîlanê jî bi rêya Iraqê dike. Dewleta Tirk jî berê Kazimî dide Şengalê. Bi fermana ku 9'ê Cotmehê amade kirin, dixwazin fermana ku bi saya xwedîderketina gerîla neçûbû serî, bibin serî.
1'ê Nîsanê ji bo me rojek pirr bi wate ye. Lewma Iraq ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser û hêzên wê heta 1'ê Nîsanê mohlet daye me. Diyarkirina vê rojê ji bo tesfiyekirina rêxistiniya Êzîdiyan e ku li ser daxwaza dewleta Tirk bûye."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke civaka Êzîdî; biryara me zelal e. Ji bilî berxwedan û parastina destketî û gelê xwe, em rêyeke din qebûl nakin."
ŞENGAL