Muzîka Kurdî û Hunergeha Welat

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Sibat 2025 - 03:15

  • Di stranên Hunergeha welat de; carinan mîna kom, carinan jî mîna kesayet dertên pêşiya me, bi dengekî bilind dîmenên serhildana hebûn û xwebûnê tê ragihandin. Bi stranên klasik lê bi hêmanên nûjen melodiya berxwedanê dispêre serhildana xwebûnê. Li dijî pîvanên pergalê ku arasteyî jiyanê bûye disekine, li azadiyê digere û manîfestoya hebûnê dinivîse.

HOGIR BERBIR / AMED

Komên Rojava, di serî de Hunergeha Welat, ev demek e di warê hûner û qalibê muzîkê de bala herkesê bi afirandinên xwe yên cihê cihê, xwezayî û giranbûha dikişîne ser xwe. Dema ku mirov li van koman û stranên wan guhdarî dike, di xwe de hîs dike ku tiştekî aîdî xwe di nav de dibîne, xwe bera nava deng û awazên gotinên dikeve qerika gûhî dide û pê re diçe xewnên bêhoşiya dahatê. Berî ku em bala xwe bidin ser vî qalibê muzîkê, dixwazim bi gelemperî hin nêrînan ragihînim û li ser destkeftiyên ku van koman li muzîka kurdî zêde kirine û kirine malê gel, rawestim.

Muzîk, wekî navgîna ragihandina civakî tê bikaranîn û hunera vegotina hin hest û ramanan bi dengên lihevhatî, di çarçoveya hin qaîdeyan de, xwendin an jî bi lêxistina amûran, berhemên  ku ji dengan hatine rêzkirin re tê gotin.

Muzîk yek ji rêyên herî bi hêz e ku mirov hest û ramanên xwe derbixe holê. Carinan ev awayê îfadekirinê, cewherê şoreşgerî digire nava xwe û dibe sedema guherîna civakî. Muzîka soreşgerî ya ku di kêliyên wiha de çêbûye, ne tenê bi avabûna xwe ya melodîk, di heman demê de bi peyamên hildigire nava gotinên xwe jî bandorek kûr li dewsa xwe dihêle.

Muzîk zimanekî kevnar e

Muzîk, yek ji van dengan e bi kêmanî, bi qasî ziman kevin e. Mîna hemû çalakiyên mirovî yên din, ji serdemên berê ta roja îroyîn hatiye û di her serdemê de, bi qaîdeyên xwe yên cihê xwe ragihandiye. Em vê yekê weke beşek ji kiryarên deng ve bigirin dest wê hest û zelaliya wê jî bi qasî girîngiya hebûna xwe derkeve holê. Bikar anîna amûr û aksesûarên ku bi deng re hatine bikaranîn  di nava atmosfereke ruhanî de bûne hilberînên girseyî. Teseliyên hestên fêhmkirinê, çavkaniyên dahatê, desteserkirina hêza hêviyên derbasbûnê ku di gelek serdeman de kiras li xwe diguhere, bêyî ku lê bê guhdarî kirin, li dengên dil tê guhdarîkirin. Ewqas bi bandor dibe bi dengê paşperdeyê tê hîskirin, bêyî ku cîhana navgîna xwe dagir bike dil dibihîze.

Dengbêjî û muzîka kevin a kurdî bi vê hêmanê, bi awayekî kûr bandor li ser civakê û çandê kiriye. Bi formên hunerî û wêjeyî, heta niha di warê serbestiyê de rolek wiha mezin lîstiye. Ev xal, hawara ruhê kurdan, çand û mîrasa pê re tê pêşdebirin bandorê li jiyana rojane dike. Ji aliyê hestên berfireh ve li gor daxwazên civakê, bi awayên jiyanî ve tê sînor kirin û dibe hedefa pêşvebirineke zehmet. Ji ber vê yekê, stranbêjî, awazxwendin, dengbêjî û melodiyên din dibe alîkarê hestên azadîxwaz, şer û pêkhateyên li dijî qewimînên ne ji rêzê û kevin.

Di encamê de, bi rêya muzîkê bi veguhastinên derbarê kiryar û biryarên civakî (siyasî, aborî, çandî) dab û nêrîtan xwe gîhandiye roja me ya îroyîn. Ji ber vê di her warî de ev hêjayî nirxandin, teşedayîn û pesindayinê ye.

Muzîka ji salên 80yî û vir ve

Li gor zanistê, deng bi muzîkê xwestiye her gav hewl bide ku hestên kontrolkirî hesab bike. Razber bike û bike ku hewldana kesayetî tenê bi deng dagire. Tenê mirinê bêdeng bike û jiyanê dabigire. Bi dagirtina deng re bibe dengdêr; bi deng şahiyê, jiyan û xwezayê, firotin, kirîn û ferzkirin an jî li hember qedexekirinê bibe olana serhildanê, şoreşê, hêrs û bêhêviyê… bi govend û dîlan, gazinc û gilî… di cîhana dilînî de çalakiyek bingehîn ya tekane ku pê bê pênasekirin.

Ji ber ku em ê mijara muzîkê di warê serhildan û şoreşê de hinekî bigirin dest û li ser komên Rojava, Hunergeha Welat binirxînin û li pênaseyên wan binerin; em ê bibînin ku armanc û helwesta van koman dijrabûyînek e. Bi vê armanca xwe ya dijberî, serhildanek li dijî nîzama sazkirî ya hêzên serdestan e û li dijî tevkujî, teslîmkirin, koçberkirin, bicihanîn, guhnedana rêzikên fermanan e. Bi deng û awazê dibin fermanên şoreşî, guherînek bilez, radîkal û bi kalîte ku di qadan de pêşkêş bike. Çawa di destpêka salên 80’yan de Erdelan Zaxoyî, Eyşe Şan, Arifê Cizrawî, Mehmet Şêxo, Şivan Perwer, Koma Berxwedan, Koma Çiya û her wiha yên din bûn çirûskên şoreşê; dem bi dem bi van çirûskan gelek hûnermend hatin afirandin. Kesên mîna Dilgêş, Xelîl Xemgîn, Xemgîn Bîrhat, Seyda Perînçek û bi sedan mîna wan, paşê bi koman, yên mîna Agirî, Çiya, Azad, Amed… û gelekên din, di berhemên xwe de ji qalibê stranbêjiyê, dengbêjiyê, melodiya resen ya jiyanê ber bi muzîka nûjen ve çûn.

Îro jî ji derveyî qalibê wekhev, Hûnergeha Welat, mirovan hînî veguhertina deng ya ber bi  muzîkeke resen dike, bi muzîkê re êş, şahî, serhildan, serkeftin, têkçûn û zordestiyê tîne ziman. Ji naveroka xwe ya sereke qut nabe, çalakiyek ku hilberîna bi sedsalan,  şîrove dike û radigihîne me.

Bi rêbazên pergala kolonyalîst hilberîna muzîkê

Li hember vê muzîkê, pergala serdest û kolonyalîst bi destê heman kesayetên wê civakê û neteweyê, qalibê çanda heyî ji bo ji holê rake û di nava jenosîda xwe de bijenîne, dike alav û amûr û bi kar tîne. Bi van hincetan, gel ji eslê xwe dûr dikeve. Di têkiliyên hilberînê ya sîstema serdest de helandin û veguherîna pîşesaziyeke nûjen lê bar dike. Ji jiyana çandî ya sedsalan wêdetir, hûnerê winda dike û bi teknolojiya nûjen arasteyî teknîkê dike, bi bikaranînek bêsînor dike mekanîzmaya propagandaya bişaftinê. Bi vî awayî, tewra çêkirina muzîka navxweyî kontrol dike, bi rêve dibe û desteser dike.

Di sedsala derbasbûyî de dema mirov bala xwe dideyê, muzîka navxweyî, ji hêla sermayeyên taybet ve ji çalakiyên civakî wêdetir tê meşandin. Ji tevahîya jiyanê tenê beşek ji hêla hilberînê ve tê destnîşankirin. Ev gihîştiye rewşeke wiha ku her cureyê muzîkê di nav civakê de belav bike û bibe navgîna ji xwe dûrketin û amûra bişaftinê. Ji ber ku êdî hewceyî kiryaran nake, bi hilberandina muzîka kesane dengekî arasteyî şêwaza jiyanê dike û bi vê xapandinê, qadê ji deriyê bişaftinê re vedike.

Bi vî awayî bazara muzîkê xistine dest xwe û bi heman çanda gelêrî, çi qasî wekî parçeyekî çanda jîndar bidin qebûlkirin jî, dikin objeya bazarê û bi amûrên cihêreng ji bo kirûbirê bikar tînin. Li qadên girseyî, di pavyonan û salonên şevan de, bi bernameyên tv’yan re, li cihê vexwarinê, her wiha muzîkê şêlo dikin. Û bi reklaman, dezgehên firotanê û gelek qadên cihê yên muzîk lê tê bikaranîn û deverên din; bi taybetî di warê medyaya dijital de, ji bo van navgîn û kiryaran zêde xuya bike, bi xwe re ava dikin û rastiya muzîka heyî wiha wenda dikin.

Muzîk bi van amûran, bi bikaranîna rasterast ji hawîrdora jiyana çandî ya heyîn vediqetîne, bi formên berhevkirina dengan a demkî re, di pêvajoyekê de vediguherîne kirdeyê û ji ber ku muzîk tavilê ji forma xwe ya resen tê veqetandin, ji cewherê xwe dûr dikeve. Ruhê wê yê rasteqîn tê tecrîdkirin û mirovan bi hêsanî ji xwe dûr dixe. Ev ê rêbazê bi hilberandina kesan re dike alav û amûreke milkî.

Her serdema ku bandorê li têkiliyên civakê dike û bi xwedîderketina wê demê re çandê diyar dike, teqez kesayetek pê re derdikeve an jî derdixin pêş. Hest û awayê li ser civakê serdest e baş dinirxînin, bi gotinên yekderb nîşan didin û li gorî van hestan awazek tê hilberandin. Bi amûra muzîkê şikil digirin û berê herkesî didin xwe. Wê demê cewhera aboriyê li gor hilberînê, li gor ser şert û mercên şêwaza çalakiyê, jiyan û hişmendiyê diyar dikin. Çand, huner û bîrdozî jî tevkarî vê dikin û bi formên nediyar, rastiya neynika muzîkê vedişêrin.

Bi vê neynikê tenê rastiya derewîn ya derdikeve qadê nîşan nade, bi vî rengî awayê hilberînê ku tê de ked ne kirdeye; di vir de hinekî têkiliyên civakê jî daxûlî nav dibe, her tiştê civakê maddî an manewî, li gorî berjewendiyên sermayedaran dinirxîne û li xwe vedihewîne. Dema girse hewl dide ku pêdiviyên xwe yên aborî û civakî bi cih bîne, em li kirinên çandî rast tên. Ji xwarinê bigirin heya cil û bergan, ji şahiyê bigirin heya şînê, di her warî de tevî pêkanînên hewcedariyan bi van hilberînên kesane têkildar dibe. Li gor vê bi deng û şêwazekê muzîk, cil û bergan amade dikin û arasteyî jiyanê dikin. Civak ku alav û amûrên jiyanî rasterast ji sûkê werdigirin; li kîjan derîyî bê meyzandin, amûra muzîkî li ser rengdêr e.

Muzîk, şahî, hewcedariyên civakî yên wekî şano-sînema, wêne û agahiyên rewşenbîrî jî digire nava xwe, ku jê tê wergirtin, di bikaranîna forman de neçareseriyê didin der û wek hewcedariyekê li civakê ferz dikin. Pîşesaziya çandî ku tê pênasekirin û didin xuyakirin, di vî warî de dibe pîşesaziyek çawaniyê. Bi awayekî zelal bi pergala serdest re tev digerin û li hember dab û nêrîtên gelemperî qalibê koletiyê li ser jiyanê ferz dikin. Li hember xwezaya mirov ya tê wêrankirin, vê helwdanê dikin pîşeyek hûnerî û bi navdaran qarakteran teqlîd dikin. Wiha derdikevin pêşiya mirov û pirsgirêkên serdemê qaşo ji bo ji holê rakin, bi derbeke mirinê li birîna heyî didin. Hûnermendên bi rêya pergalê di tv’yan de dertên pêşiya mirov mînakên sereke ne.

Pergal bi vê pîşeya çandî û rêya van kesan, bi razîbûnek xapînok mirovan ji bextewariya wan dûr dixe û bi wan dide hîskirin ku cîhana muzîkê bi awayê ku mirov dixwazin digihîne nava civakê. Miqabilî vê tevnê fikra atmosfra dewlemendiyê li kesan nade afirandin û bandora rastîn ya pîşeya çandî di dijberiya ronakbîrî û nezelalkirina hûnera xwezayî de wiha dide der. Bi serweriyeke teknîkî wiha dibin alav û amûrên xapandinê, kelepçekirina hişmendiya civakê û veguherîna rêbazên ne ji rêzê.

Li hember pêşketina ferdên xweser û serbixwe jî ji bo bihêztir tevbigerin û ji qaîdeyê civakê wan dûr bixînin, bi hewldanên showî, bi civîkên derveyî qaîdeyên jiyanê dertên hemberî civakê û bi vê şêwlê tebaqeyên nava civakê arasteyî ji xwedûrketinê dikin; wiha wan radiwestînin, bêdeng dikin, dibin asteng û kesayetan dixin.

Di vî warî de pergal li hember çanda resen roleke mezin dide kesayetên ketî û herdem bi hejmareke mezin -qaşo tev hûnermend in- wan tîne gel hev û tim dixwaze​ li​ cem hev bin. Bi rêya wendakirina hûner û çand û muzîka gel, bi hindeyên wiha li gor pêdiviyan wan bi kar tînin û bi destê wan muzîkeke delodînî arasteyî jiyanê dikin. Bi vî awayî, ji wan kesan ve xuya ye ku di çarçoveya hilberîna hunera zanistî de azad û serbixwe ne û li ser dik û sanheyan in. Ji ber ku wiha li xwe didin hîskirin û dinerin, ji wan kirî ku ne di bin tu daneyên desthilatdarî, prensîb û xweheskirinê de ne. Pergalê wiha ew neçar kirine û tişta ji wan tê xwestin dikin, bi vê mekanîzmayê li hember civake tên bikaranîn. Di nav jiyaneke maldar de wan digevizîne. Heman demê dixwazin bi maldariya jiyanî ku bi dest xistine bêpevçûn bin û xwe qanih dikin ku bi xebateke keddayînê bûne xwediyê vê serweriya mal û milk. Bi rêya medyayê dixwazin herkes ji van helwdanan razî be. Di dawiyê de tê xûyan ku pergal bi van amûrên di destê xwe de civakê wiha kontrol dike.

Her wiha, divê neyê jibîrkirin, van kesên ku bi destê pergalê gêr dibin, li hember hêza hilberîner ya muzîka serdemî, azadiya ramanî û kesayetiyên dibin malê civakê çiqas bibin asteng jî, lê nikarin bi serkevin û çand û nêrîta gelemperî bigûherînin.

Di şoreşa muzîkê de rola çanda serhildêr 

Ji bo em li hember van xetereyan û di warê hilberîna çandî de ji dûrivê bazirganî, bişaftin û ji xwe dûrketinê bidin alî, li gorî daneyên lêkolînên li ser kîjan muzîkê mirovan ber bi ku ve dibe, di vê çarçoveyê de vebikolin û li gor vê arasteyî jiyana civakê ya resen bikin û tevbigerin. Wê demê wê zelalbûnekê bi xwe re bîne. Muzîk ji berhemeke hunerî wêdetir, bi nirxandinên ku ev ‘baş e’ an ev ‘nebaş e’ cihêtir bê nirxandin, wê bibe sedem ku çeka di destê pergala serdest de wekî amûrekê tê bikaranîn li hember gel, li xwe bizîvire û bi hebûna serkirdeyên ji nava civakê dertên, carinan bi destên komên tên damezrandin, dibe çirûskek çeka serhildanê.

Dema ev çek xwe dide der û dikeve destê kes an komên serhildêr, bi rastiya civaka xwe re, li hember girseya gel, muzîka serhildêr sînoran diqetîne û li her qada civakê bi ber rastiya çanda xwe ya xweser ve dibe. Civakên xweser, li dijî çarenûsa nediyar serî hildidin û bi rêya van hûnermend û koman ev pêkan e. Mînaka Dengê Awaza Çiya, îro jî Hûnergeha welat ku kesên wek Mahmûd Berazî û Şêro Hindê digire nava xwe, divê neyê jibîrkirin ku hev temam dikin û di rewşeke wiha de rastiya gel, bi muzîka serhildêr re çarenûsa heyîn diguherîne.

Bi rêya muzîka şoreşgerî, daxwaz û hestên şoreşgerî di aliyê mûzikê de, ji ber çand û hewldanên bi jiyanên kolektîf yên hûnerî, siyaset û civakê bi pêş ve dibe û tê birêvebirin, dibe derman. Bi piranî, bi awayekî dengê muzîka agahdar û hişyarî, dijberî hêzên sîyasî, siyasetmedar û serdestên bêsînor ku bi deng diqîrin, hesta ku rave dikin, dibe rêbaza rabûnê, ceribandina hikmên bihêz û serhildanê û bi armanca hêza gelî ku xwe bide der.

Ev muzîk wekî gotinên edebî, bi rêya melodiyan, textan û bîranînên xweş yên jiyanê tê strandin. Hikmê muzîka şoreşgerî bi hêz dike û hawara gel bi awayekî hêsan bi cîhanê dide fahmkirin. Bi çalakiyên civakî, bi têkoşîn ji hest û ramanê re dibe navgîn. Bi kiryar û bertekên cihêreng xwe dide der. Ji ber vê yekê li dijî serdestiyê, bi rêya muzîkê hêzek şoreşgerî û civakî bi deng, reng û şêwaza bi alîkariya çapemeniyê tê ziman, xwe dide der. Bi pêşvebirina vîdyo, klîpên muzîkî, konserên rasteqîn û bi pêşengiya amadekarên siyasî û civakî tê vegûhezandin, dibe qêrîna hebûn û xwebûnê. Gotinên ji devê hûnermendan dertên, arasteyî jiyana xwebûnê dibin. Bi rêbazekê hestên jiyanî belav dibe û ji teşwîqkirina çalakiyên cûr be cûr re dibe alîkar. Çalakiyên girseyî û xwezayî wiha tê li darxistin. Qad dibe qada serhildanên rengîn. Bi vî awayî bi rêya muzîkê bandora hestên tevlihev û ne zelal ku li ser civakê mîna barekî dixuyê têk diçe.

Hunergeha Welat encam e

Îro serkêşiya vê hûnerê û serhildanê Hunergeha Welat dike. Di stranên Hunergeha welat de; carinan mîna kom, carinan jî mîna kesayet dertên pêşiya me, bi dengekî bilind dîmenên serhildana hebûn û xwebûnê tê ragihandin. Bi stranên klasik lê bi hêmanên nûjen melodiya berxwedanê dispêre serhildana xwebûnê. Li dijî pîvanên pergalê ku arasteyî jiyanê bûye disekine, li azadiyê digere û manîfestoya hebûnê dinivîse.

Hunergeha welat bi vî awayî li Rojava dibe sembola serhildanê. Serkêşiyê tenê bi muzîkê nake, ji cil û bergan bigire heya performansa qonaxên ku lê bikar tîne jî dike. Bi muzîka şoreşgerî re tenê ne melodiyek e, di heman demê de amûrek guhertin û dadmendiya civakî ye. Dema ku rîtma serhildanê bi melodiya guherînê re digihêje hev, xalên veguherîn û zivirandinê tê afirandin, deriyê jiyaneke nû tê hilberandin. Ji ber vê yekê bihîstina dengê muzîka şoreşgerî, dibe banga teşegirtin û xêzkirina pêşerojê.

Hunergeha Welat wiha dibe dengê serhildanê ku ji kolanan bilind dibe. Bi gelemperî li dijî neheqiyên civakî, nijadperestî û sitemkariya pergalî derdikeve. Digel bi stranên xwe, helwesta civaka xwe li dijî tundiyan, bi ketina civakê re şiyarbûnê diyar dike û bi zimanê gel banga guhertinê bilind dike.

Îro Hunergeha Welat bi muzîka şoreşgerî, bi derfetên ku ji hêla serdema dîjîtal ve tê meşandin, vedîtineke nû bi dest dixe. Medyaya civakî û platformên dîjîtal ku civakan tîne gelhev û bi bihîstina dengan hestên her neteweyan hêsantir dike. Ji Tv’yan wêdetir, bi rêya YouTube û platformên parvekirinê û yên din, bi vî awayî bi hêsanî digihê nava gelek beşên civakê û lê tê xwedîderketin. Ev jî nîşan dide ku guherîna civakê ne tenê di cîhana nava sêlik, band û tv’yan ku tê pêşkêşkirin û ragihandinê de ye.

Hunergeha Welat encam e. Bi vî awayî em ê karibin bi rêya stran, klam û muzîkê li dijî serdestî, bişaftin, neheqî, newekhevî û zilmê biaxivin, bireqisin û xwebûna xwe diyar bikin. Bi dengê gel wiha bûye sedema navgîna xurtkirineke bi hêz û banga guherînê li me ferz dike. Ew ne xewnek e, gavavêtina ber bi pêşerojê ve ye. Ev pêkan e ku bi qandî hûnermendên ji komê, em dikarin hemû tebeqe û beşên civakê jî bigirin nav û li Hûnergeha Welat xwedî derkevin, dengê xwe bi wan re bilind bikin û gav bavêjin ber bi pêşerojek azad ve.

Hogir Berbir kî ye?

Li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayîk bû. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995an hatîye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kir. Gelek kurteçîrok, helbest û gotaran wî hatin weşandin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girt. Nivîskar di salên salên 2007-2017an de Beşa Çapemeniyê ya Şaredarîya Amedê de xebitî. Berbir, yek jî damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.

*Ev nivîs ji malpera “infowelat” hatiye girtin. 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.