ROJ DENÎZ / ANF / QAMIŞLO
Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dihatin meşandin, her çendî dengbêjiya xwe di şert û mercên qirkirinê de pêşxistibe jî, bi awayek serkeftî gihandiyê roja me ya îro.
Bi Şoreşa Rojava re sazîya ku gel destpêkê avakir, saziya Çand û Hunerê bû. Di demên destpêkê de derfetên pêşxistina çand û hûnera Kurdî kêm bûn, lê bi demê re hemû beşên saziyê xwe birêxistin kirin. Yek ji wan sazî û beşên ku bi demê re hatib birêxistin kirin Hûnergeha Welat bû. Hûnergeha Welat di hemû berhemên xwe de Şoreşa Rojava vedibêje. Ji bo ev destkeftî û şoreş mayînde bibe, Hunergeha Welat stranên Kurdî çêdike û rastiya gelê Kurd û şoreşê tînê ziman.
Ji ber ku Hunergeha Welat bûye male gel û hemû Rojava, mirov di hemû kolan û cihan berhemên Hunergehê dibîne. Ji zarokan bigirin heta kal û pîran di ziman û guhê herkesî de stran û awazên Hûnergeha Welat heye.
Endamê Hunergeha Welat a beşa muzîkê Serxwebûn Zeyno li ser xebatên hungergehê axivî. Zeyno da zanîn ku gelê Kurd di tevahî dîroka xwe de bi riya dengbêjiyê xwe aniye ziman û got: “Di şer û berxwedanên Kurdan bi riya muzîk û dengbêjiyê hatine ser ziman. Lewre Kurd bi nivîskî zêdetir, bi vegotinê xwe parastiye û ji nifşên din re ragihandiyê. Di şoreşa Rojava de hewldana me ev e ku destan û lehengiyên derdikevin bikin berhem da ku şoreş mayînde bibe û ji civak û nifşên din re were parvekirin. Hûnergeha Welat ev erk daye pêşiya xwe û niha bûye mala hemû civakê. Heta niha me gelek destan û lehengiyan kir belge û pêşkesî civakê kir. Lewre bi saya wan destan û lehengiyan ev şoreş çêbûye û li ser piya ye. Hûnergeha Welat li ser xeta dîroka Kurdan dimeşe û çanda kevnar a Kurdî re hatiye hûnandin."
Li ser du esasan; dîtbarî û muzîk
Zeyno li ser rêveçûna xebatên xwe de jî agahî dan û axavtina xwe wiha domand: "Hûnergeha Welat xwe li ser du beşên bingehîn birêxistin dike. Ev dîtbarî û muzîk in. Hemû xebat û berhemên ku tên derxistin bi awayek kolektîf û komî karkirinê derdikevin. Heger bernameyek were çêkirin, hemû endamên Hûnergehê nerînên xwe parve dikin û tevlî xebatê dibin. Hemû aliyê xebatan bi awayek kolektîf û berfireh tên nîqaş kirin û ew berhem bi vî awayî derdikevin. Ji ber her kes di aliyekî de ked dide, berhemên me xizmetê civakê dikin. Ji ber ku civaka me beriya şoreşê hunera xwe nikaribû birêxistin bikira û hûnera dihat ferzkirin erebesk bûn, civak ji rastiya xwe bêpar dima. Ji ber vê em girîngiya hûnera Kurdî dibînin û hewl didin ku hemû berhemên me xizmetê civakê bike."
Bila zarok bi çanda xwe mezin bibin
Zeyno di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zarokan û ev yek anî ziman: "Em di van xebatan de girîngiyek taybet didin zarokan. Lewre em dixwazin zarokên me bi çanda xwe mezin bibin û bi hûnerek rast re fêrî jiyanê bibin. Gelek nîqaş û lêgerînên me di vê çarçoveyê de hene. Em hewl didin hûnerekî ku xitabî hemû beşên civakê bike û civak li ser esasî çanda xwe perwerde bike ava bikin. Hunergeha Welat heta astekî ev yek pêk anî û di vê şoreşê de cihê xwe girt. Niha jî em xebatên xwe yên şoreşê bi van fikr û hestan dimeşînin."