Muxatabê çareseriyê Ocalan e

Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:40

Sala 76'emîn rojbûna RêberAPO li Amara yê Xelfetiya Rihayê, bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî Mîhrîcana 4'ê Nîsanê ya ku di 3 û 4' ê Nîsanê de li navçeyê hat lidarxistin bûn. Jinên ji bajarên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn, coş û kelecana pîrozbahiyê anîn ziman.

Ji bo aştî û azadiyê hatin vir

Bedriye Savci ya ku ji bo pîrozbahiyê ji Mersînê hat, bal kişand ser banga Rêber APO û got:"Em li pişt bangawaziya Rêberê xwe ne. Em ji bo aştî û azadiyê  hatine vê derê. Ev zilm û zordarî pêwist e demildest bi dawî bibe. Divê hem Kurd hem jî Tirk ji vê pêvajoyê re bibêjin ' êdî bes e."

Xecê Aslan anî ziman ku gel tevî zextan jî cihê xwe li qadan girtiye û ji wê coşê moral girtiye, xwest girtiyên siyasî bên berdan û got:“Em ji her demê zêdetir bihêztir in. Divê her kes rabe ser piyan. Kurd bi salan e tên kuştin, koçberkirin û girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bê rakirin.”

‘Divê gel pêvajoyê bi baldarî bişopîne'

Gulistan Akkuş jî diyar kir ku muxatabê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got:“Divê gel pêşveçûna vê pêvajoyê baş bixwîne. Îro tevî ewqas zext û zordariyê jî gel li vê derê kom bûn û meşiyan. Bila ev ji her kesê re bibe peyamek. Ev gel bi salan e aştiyê dixwaze û ji bo azadiyê têdikoşe. Divê têkoşîn bi awayekî herî baş bê berfirehkirin.”

Divê herî zêde jin aştiyê biparêzin

Fîlîz can jî diyar kir ku tevlîbûna gel a ji bo mîhrîcanê peyamek e û got:“Gelê Kurd çi dibe bila bibe wê teslîm nebe. Banga birêz Abdullah Ocalan hêviyê da me hemûyan. Ji bo berfirehkirina vê pêvajoyê hem ji bo wî hem ji bo xwe çi ji destên me were em ê bikin. Îro herî zêde pêwistiya me jinan bi aştiyê heye. Ev ji bo me hemûyan derfetek e divê  dewlet di demek zûtir de gavan bavêje."

Şemsiye acar jî got:“Ji bilî aştiyê tu riyeke me ya din nîn e, muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê azadiye wî ya fîzîkî bê mîsogerkirin. Divê hemû dayik dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Divê hemû kes destên xwe bidin hev û têbikoşin. Divê dewleta Tirkiyeyê ji me zêdetir aştiyê biparêze û gavan biavêje. Çareyeke din tune ye. Ji bo rawestandina şer û kuştinê çi pêwist be divê bikin."

NÛJINHA/MEDÎNE MAMEDOGLU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.