Mustafa T. tehliye bû

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:09

  • Rûniştina biryarê ya doza li dijî Mustafa T. doh bi dawî bû û Dadgeha Eyaletê ya Stuttgartê bi îdîaya endametiya rêxistinê salek û 4 meh ceza lê birrî. 

Rûniştina biryarê ya doza li dijî Mustafa T. doh bi dawî bû û Dadgeha Eyaletê ya Stuttgartê bi îdîaya endametiya rêxistinê salek û 4 meh ceza lê birrî.

Mustafa T. 16´ê Kanûna 2020’an li Munchenê hatibû girtin. Ew bi şert hat berdan. 

Di dozê de di nava tohmetan de kampanyaya bêşê, eyarkirina otobosan ji bo çalakiyên navendî yên Kurdan, heta xwestina sersaxiyê jî hebûn. Ya ji hemûyan sosrettir jî ew bû ku weke guhdar çûna wî ya ji bo nihêrîna li doza 5 Kurdên li Stuttgartê dihatin dadgehkirin jî, tohmetbarî bû. 

Parêzerê Mustafa T. René Bahns got, “Rewşa siheta muwekîlê min ne baş bû, ji ber wê doz bi lez bi dawî bû.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.