• Welatparêzê Kurd Muslum Kuş li xerîbiyê wefat kir. Muslum Kuş ê Entabî, sêşema bihurî yanî 1’ê Sibatê li bajarê Elmanyayê Darmstadtê wefat kir. 

Welatparêzê Kurd Muslum Kuş li xerîbiyê wefat kir. Muslum Kuş ê Entabî, sêşema bihurî yanî 1’ê Sibatê li bajarê Elmanyayê Darmstadtê wefat kir. Du zarokên wî hebûn û 67 salî bû. 

Muslum Kuş salên 1970’yî rêberên Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiribûn. Wî 50 salan cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ew weke penaber çû elmanyayê. Wî cihê xwe di nava xebatên Meclîsa Gel a NCDK´a Darmstadtê de digirt. Ji bo Muslum Kuş wê li Darmstadtê merasîmeke cenaze bê lidarxistin.

DARMSTADT