- Malzemeyên plastîk yên ku tenê carek tên bikaranîn bûne bela serê dinyayê û xwezayê diherimînin. Edî mirov li her derî van plastîkan dibîne.
Malzemeyên plastîk yên ku tenê carek tên bikaranîn bûne bela serê dinyayê û xwezayê diherimînin. Edî mirov li her derî van plastîkan dibîne. Derûdora me û her wiha xwezaya ku em lê dijîn bi van plastîkan hatiye dagirkirin. Xweza û jîngeh her roj hinek din diherimin bi van plastîkan. Nexasim di van salên dawiyê de bikaranîna plastîkan zêdetir bûye, li hin welatan her çiqas hatibin qedexekirin jî hîna jî mirov van plastîkan bikartînin û zû bi zû nikarin dev jê berdin.
Dixwaze bal bibe ser vê yekê
Hunermend û aktîvîst Benjamin Von Wong dibêje ku bikaranîna van plastîkan %250 û 300 zêdetir bûne. Ew ji bo balê bikêşe ser vê rewşê û nihêrîna ma ye derbarê vê yekê de biguherîne hêza xwe ya afirîner bikartîne û enstalasyonekê çêdike. Wong berê jî ji bo mirov hay ji vê rewşê hebin û dûrî tiştên plastîk bisekinin ji 168.000 boriyên plastîk bi qasî 11 metreyan pêleke behrê çêkiribû.
Her wiha ew ji îskanên plastîk jî şikeftekê çêkiribû û nêzîkatiya xwe ya derbarê qirêjiya xwezayê de nîşan dabû. Wong dibêje, “Qirêjiya plastîkan ya ku mirovan aciz dike her tim bi awayekî balkêş nîşan didim, ev lêgerîn li xweşa min diçe.” Karên ku Wong dike ji hêla dîtbarî ve jidil jî bala mirov dikişînin û mirov bi saya karên wî li ser mezaxtina xwe diponijin.
Xwezayê neherimînin
Wong ji bo karê xwe yê nû ango berhema xwe ya dawî “Gaint Plastîc Tap” dibêje ew berhema min ya herî bi angaşt e. Wong dibêje, “Balyozxaneya Kanadayê ya Fransa xwe gihand min û got gelo tê karibî ji bo bala mirovan bikişînî ser qirêjiya plastîkan enstalasyonekê çêbikî? Ev yek ji bo min şansek bû û min ev kar ji karê hunerî wêdetir bir. Bi hashtaga “#TurnOffThePlasticTap” min sembolekê ava kir.”
Wong tevî ekîba xwe plastîkan kom dike û bi van plastîkan muslixeke mezin çêdike ku jê plastîk dirijin jêr. Wong dîmenên pişt kamerayê jî parve dike û nîşand dide bê ka ew çawa ev enstalasyon çêkirine. Ew vê projeya xwe wek destpêkê dibîne û bang li her kesî dike ku hay ji derûdora xwe hebin û xwezayê neherimînin.
NAVENDA NÛÇEYAN