Munzur Çem çû ser heqiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Kanûn 2022 - 03:36

Nivîskar, rojnamevan û wergêr Munzur Çem sala 1947'an li gundê Qurze ê ser bi Gêxî ya Çewlîkê hat dinê. Piştî xwendina li ser sihetê, weke memûrê xizmeta sihetê di navbera 1966 û 1973'yan de memûrtî kir. Wî paşê li akademiya aboriyê xwend û ji 1975'an heta 1980'yî bû mufetişê dageriyê xebitî.

Di destpêja salaên 1970'yî de bi mexlasên cihê dest bi nivîsandinê kir. Wî bi mexlasa Munzur Çem ji Ozgurluk Yolu û Roja Welat re nivîsand. 

Ji sala 1980'yî heta 1984'an redaktorê berpirsiyar ê Dengê KOMKAR'ê bû. Sala 1984'an ew neçar penaberî Swêdê bû. Ew li wir bi cih bû û ji damezrênerên PEN'a Kurdî bû jî.

Ew ji endamên Koma Vate jî bû ku ji bo xebatên standartkirina zimanê Kirmanckî dixebite. 

Wî herî kîm 21 kitêb bi zimanên cihê weşandin. Kitêba wî ya pêşî ya bi Kirmanckî sala 1992'yan bi navê “Hotay Serra Usive Qurzkizî” (Heftê salên Usive Qirzkizî) bû. 

Wî gelek karên berhevkariyê jî kirin, “Tayê Kilamê Dersimi" (1993), Hewara Dêrsimî (2004), “Ferheng Kirmanckî - Tirkî” (1994), Kırmancca (Zazaca) Gramer (2003, tevî Eva Rudolph, Halo Berzînjayî û İbrahim Okuducî amade kiriye).

Munzur Çem bi israr li ber îdîayên ku dixwestin Zaza û Kirmancan weke ne Kurd nîşan bidin, radibû û eşkere digot, xwediyê îdîayê û tezê dewleta Tirk e. 

Munzur Çem doh sibehê çû ser heqiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.