Muharrem Înce vekişiya
Pêncşem 11 Gulan 2023 - 15:36
Serokê Giştî yê Partiya Memleketê, Muharrem Înce ji namzetiya serokkomariya Tirkiyeyê vekişiya. Muharrem Înce li pêşiya navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Înce têkildarî namzetiya xwe got, “Ez vê yekê ji bo welatê xwe dikim. Min hewl da rêyeke din vekim. Dema winda kirin, bila sûcê xwe nexin stûyê min û ti hinceta wan nemîne. Nexwe dê di sibeha hilbijartinê de sûcê xwe bixin stûyê me. Ez ji namzetiya serokkomartiyê vedikişim.”
ENQERE