Weşanên Zîz pirtûkeke çîrokan a bi navê “Monologên Li Ber Şibakeyê” çap kir. Nivîskarê çîrokan Gulbejn e û di pirtûkê de 9 çîrokên wê cih digirin.
Weşanên Zîz pirtûka Gulbejnê bi vî awayî dide nasîn;
“Monologen Li Ber Şibakeyê ji neh çîrokan pêk tê ku her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên mirovane di xwe de di- hewîne. Temayên wek tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza, rêwîtî û hwd de bi wêrekî û zîrekî hatine honandin.
Hêjayî qalkirinê ye ku her neh çîrok jî bi ferhengeke jinane hatine nivîsandin. Çîrokên bi çav, hest û ferhenga jinane hatine nivîsîn, qalibên vegêranê yên di mêjiyê me de se- robînî dike û bi honak û atmosfera xwe ya herikbar mirov ji bi xwe re dixe nava bûyer û herikîna xwe.
Çîrokên di berhemê de bi mijarên xwe gelek caran dilzîz bin jî vegotin û resenîya ruhê femînen ê metnê wek rengên keskesorê li hev in. Gulbejnê di berhema Monologen Li Ber Şibakeyê de bi hiş hest û ferhenga rengîn a jinane dike ku mirov çêjeke taybet ji çîrokê werbigire.”
NAVENDA NÛÇEYAN