Derbarê tabloya navdar a Leonardo da Vinci ya bi navê “Mona Lîsa” de heta niha gelek tişt hatin gotin. Niha jî lêkolerê huner, Silvano Vincetî da zanîn ku pira li pişt portreyê Mona Lîsayê tê xuyanê, ew pir e ku niha li Toskanayê ye.
Pira li Toskanayê niha xera bûye û nayê bikaranîn. Silvano Vincetî hûrgiliyên li ser paşxaneya tabloyê kifş kirin û got, ev pir niha li gundekî bi navê Latrînayê ye. Navê pirê jî “Romito” ye û li ser Çemê Arno hatiye lêkirin.
Vincentî li herêmê lêkolîn kirin û gelek wêne girtin. Wî li metnên dîrokî yên derbarê herêmê de jî kolaye û di dawiyê de gihîştiye vê encamê. Ti şik û gumana wî ji rastbûna vê tesbîta wî tine ye.
Beriya niha hatibû gotin, Leonardo da Vincî, avahiyên li pişt Mona Lîsayê ji ber avahiyên “Bobbio” û “Buriano” girtiye. Lê Silvano Vîncetî li hember vê yekê radibe û dibêje, ev pirên hanê ne çarling in: “Ji lewma jî ev agahiyên şaş in. Dîrokzan jî didin zanîn ku çar lingên Pira Romîto hebûne û ji ber lehiyê di Sedsala 18’an de hilweşiyaye.”
NAVENDA NÛÇEYAN