MÎT’ê Tirk li Bexdayê ne ji bo xêrê digere!

Yekşem 11 Îlon 2022 - 22:42

  • Rayedarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li paytexta Iraqê Bexdayê bi rayedarên Koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir. 

Rayedarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li paytexta Iraqê Bexdayê bi rayedarên Koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir. Her wiha hate îdîakirin ku Misteşarê MÎT’a Tirk ji derveyî aliyên Sûne, bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa El-Kazimî û rayedarên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin kiriye. Li gorî agahiyan, Fîdan di hevdîtinan de li gel çend dosyayên cûda mijara dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê jî gotûbêj kiriye û ji aliyên Iraqê piştgiriyeke zêdetir xwestiye.

Hevdîtina li gel aliyên Sûne neveşart

Roja înê hat ragihandin ku Fîdan bi Serokê Koalîsyona Serweriya Sunniyan Hamîs Hançer re hevdîtin pêk anî. Li gorî nûçeya kanala UTV ku alîgirê Îtîfaqa Serwerî ya Suneyan e, di rojeva serdana Fîdan de ya li Iraqê PKK’ê û krîza siyasî ya Iraqê heye. 

Her wiha doh jî hevdîtinên wî dewam kirin. Li gorî çapemeniya Iraqê û Başûrê Kurdistanê Misteşarê MÎT’ê li gel şandeyekî serdana Iraqê kiriye. Li gorî nûçeyek ku di medya de belav bû, Fîdan li gel aliyên Sûne hevdîtin kiriye û vêya jî ji çapemeniyê neveşartiye.

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ne tenê li gel aliyên Sûne li gel gelek rayedarên din yên Iraqî jî hevdîtin pêkaniye. Hate gotin ku Fîdan li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Mistefa El-Kazimî jî li Bexdayê hevdîtin pêkaniye.

Ka jê re çi gotine?

Her wiha hate zanîn, Hakan Fîdan li gel Wezîrê Karên Derve ya Iraqê Fûad Hisên yê PDK’yî û hinek rayedarên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin pêkaniye. Lê agahiyên zelal derbarê hevdîtinên li gel rayedarên Herêm Kurdistanê de bidest neket.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketine yek ji mijara sereke ya hevdîtinê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bûye. Hate gotin, îstîxbarata Tirk ji aliyên Iraqî û Herêma Kurdistanê re ragihandiye ewê di êrîşên dagirkeriyê de berdewambin û ji bo vêya jî piştgiriyeke zêdetir xwestiye!

Di vê demê de nakokî û şerekî dijwar li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, hilbijartina serokwezîr û serokkomarê ıraqê heye. Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinê de ev mijar jî hatibin gotûbêj kirin. Lê ne hate zanîn  Dr. Berhem Salih û Kazimî li beramber van daxwazên MÎT’a Tirk çi bersivek dane.

Piştî komkujiya Perexê hat

Ev serdan piştî êrişa li Zaxoyê hate kirin, ku 20'ê Gulanê 9 sivîlên Ereb hatibûn kuştin. Piştî vê komkujiyê, çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hate xwestin ku dewleta Tirk a dagirker ji Iraqê derkeve. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.