MÎT´ê nehişt reşkujî rohnî bibe 

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 2 Adar 2023 - 09:46

  • Ji şêwirmendên wezareta karên derve ya Swêdê ya dema kuştina Olof Palme Pirre Schori got, MÎT´a Tirk bûye sedem ku reşkujiya Olof Palme neyê rohnî kirin û kiriye ku meqamên Swêdî Kurdan bikin hedef. 

Êdî rayedarên demê yên Swêdî lê mikur tên ku agahiyên Îstixbarata Tirk MÎT´ê kirine ku rêxistina îstîxbaratê ya Swêdî SÄPO di bûyera reşkujiya serokwezîrê wê demê Olof Palme de bide ser şopa şaş a Kurdan. Yanî Kurd û PKK kirin hedefa hêzên Swêdê.

Ji Radyoya Swêdê, Beşê Kurdî Beşîr Kavak di salvegera reşkujiya Olof Palme de yanî 28´ê Sibatê, bi Pierre Schori re peyivî. Schori dema Olof Palme hat kuştin, şêwirmendê wezareta derve bû û van 25 salên dawiyê jî serokê Fonda Bibîranîna Olof Palme bû. Schori yê 84 salî par Gulanê ji vê wezîfeya xwe îstîfa kiriye.

Ew ji Radyoya Swêdê beşê Kurdî re dibêje, “Şopa ku PKKê Palme kuştiye, ji aliyê îstixbarata Tirkî, MITê ve hate çandin û vê jî lêkolîna kuştina Palme hemû xera kir”.

Yanî li gorî gotinên wî, MÎT´ê kiriye ku reşkujiya Olof Palme di tariyê de bimîne û lîpirsîna edlî jî bi ser nekeve.
Pierre Schori esas ji hevalbendên herî nêz ên Olof Palme bû û ew dibêîje, tenê çend rojan piştî kuştina Palme, MÎT´ê agahiya ku PKK´ê Olof Palme kuştiye daye SÄPO´yê. 

Hevkariya bi MÎT´ê re şaş e

Pierre Schori difikire ku MÎT´ê bi qest ji bo ku lêpirsîn bi ser nekeve, ev şopa şaş daye ber rayedarên Swêdî. Sedema vê fikra xwe jî ew bi wê yekê rave dike, ku hîna 2, 3 rojan piştî reşkujiyê çapemeniya Tirkiyeyê behsa şopa PKK´ê di reşkujiyê de kiriye.

Schori dibêje, piştî van nûçeyan û agahiyên MÎT´ê serdozgerê Swêdê Hans Holmer, êdî ji bilî şopa PKK´ê û Kurdan neda pey ti şopa din. 
Schori wekî din hevkariya MÎT û SÄPO´yê di çarçoveya endametiya NATO´yê ya Swêdê de weke xapandineke mezin û nezanîna dîrokê bi nav dike û dibêje, MÎT´ê SÄPO xapand û kir ku lêpirsî reşkujiya Olof Palme xera bibe.

Sala 2020´an li xwe mikur hatin 

Serokwezîrê hingê yê Swêdê Olof Palme di 28 sibata 1986ê de li Stockholmê hatibû kuştin û bi salan polêsê Swêdî ketibû pey şopa PKK´ê û Kurdan de.

Serdozgerê Stockholmê Krister Petersson Tîrmeha 2020´an got, îsbat bûye ku Stig Engström, Olof Palme kuştiye. Lê Stig Engström beriya bi 20 salan miribû û ji ber wê jî wan dosyaya dozê girtiye. 34 salan tesîrên vê komploya li dijî miletê Kurd, gelekî xirab bûn. Ji qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê heta bi krîmînalîzekirina daimî ya li dijî Kurdan û nijadprestiya sazûmankirî ya li gelek dewletan li dijî Kurdan, xwe disipart vê tohmetê. Tohmet çû, lê zerarên gihiştin miletê Kurd man, îro jî dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.