MÎT′ê Kurdên revandî revandin
Şemî 25 Sibat 2023 - 00:15
Istîxbarata dewleta Tirk MÎT′ê û çeteyên 'Polîsên Leşkerî' Kurdên ku revandine, ji girtîgeha Maratê birin Tirkiyeyê.
Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî dan zanîn ku istîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) û çeteyên 'Polîsên Leşkerî' 45 Kurdên revandine, ji girtîgeha Maratê bi rêya deriyê sînor ê Hemamê li navçeya Cindirêsê ber bi Tirkiyeyê ve veguhestine.
Çavkaniyan diyar kir ku sedema vê yekê nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye, girtîgeha Maratê li gundê Maratê yê bi 5 kîlometreyan li rojavayê navenda Efrînê ye. Tê de bi sedan Kurd, Ereb û jinên Efrînê yên resen ku hatine revandin, tên ragirtin.
ANHA/ŞEHBA