Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li gundê Kaxrê yê navçeya Mabeta ya ser bi Efrînê, bi hinceta ku şêniyên gund birine goristana şehîdan, 2 welatî revandin.

Çavkaniyên ji navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku îstixbarata Tirk MÎT´ê 2 welatî li gundê Kaxirê bi hinceta ku di merasîma oxirkirina şehîdan de bi otobusên xwe şênî birine goristana şehîdan, revandin.

Li gorî çavkaniyan Ebid Mihemed Cebo yê 56 salî û Ebdo Xelîl Hiso yê 47 salî hatine revandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku her du kesên revandî, birine cihekî nediyar û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

ANHA/ŞEHBA