MÎT’a dagirkeran ciwanek revand
Sêşem 29 Adar 2022 - 22:56
- Îstixbarata dewleta Tirk MÎT´ê ciwanek ji gundê Qîbarê yê kantona Efrînê ya dagirkirî revand.
Îstixbarata dewleta Tirk MÎT´ê ciwanek ji gundê Qîbarê yê kantona Efrînê ya dagirkirî revand.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê, di 23`yê Adarê de îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Ebdo Semîr Necar ê 26 salî, revandiye.
Ebdo Semîr Necar xelkê gundê Qîbarê ye.
Çavkaniyan da zanîn ku heta niha aqûbeta Sbdo Semîr Necar nediyar e.
ANHA/ŞEHBA