MÎT seqetan jî direvîne
Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:08
- Çavkaniyeke ji gundewarên Girê Spî ragihand ku MÎT`a dewleta Tirk li bajarokê Silok ê ser bi Girê Spî, mêrekî kor yê 70 salî revandiye.
Çavkaniyeke ji gundewarên Girê Spî ragihand ku MÎT`a dewleta Tirk li bajarokê Silok ê ser bi Girê Spî, mêrekî kor yê 70 salî revandiye.
Li gorî çavkaniyê, îstixbarata dewleta Tirk MÎT´ê bi ser mala Casim Şêx a li bajarokê Silokê yê kantona Girê Spî ya dagirkirî de girt û ew revand.
Çavkaniyê destnîşan kir ku Casim Şêx ê 70 salî ji eşîra Tey a Ereb e û piştî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, her du çavên wî kor bûbûn.
Çavkaniyê da zanîn ku MÎT`ê Casim Şêx biriye baregeheke çeteyan a li Girê Spî ya ku qaşo wek cihê “têkoşîna li dijî terorê” bi nav kirine.
Bûyerên revandinê li Girê Spî û gundewarên wê dubare dibin. Pirraniya caran dagirker xelkê ji bo fidyeyê direvînin.
EYN ÎSA