Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê welatiyekî ji Efrînê revand.

Çavkaniyan ragihand ku di 17′ê Çileyê de îstixbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) li Stenbolê welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl Elo (33) yê ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revandiye.

Hate hînbûn ku welatiyê Kurd li herêma Esenyurt a Stenbolê bi bihaneyên bê bingeh hatiye revandin.

Heta niha çarenûsa Mihemed Îsmaîl Elo nayê zanîn.

ANHA/ŞEHBA