MÎT li hemû saziyan bi cih bûye
Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 03:15
- Piling Zerdûşt: Gotina ‘Ez bi tenê bi PKK’ê re têdikoşim’ dereweke mezin e. Bi taybetî li Behdînanê dagirkeriya Tirk li hemû saziyan bicîh bûye. Bi leşkerî jî li gorî vê bicîh bûye. Ji bo dagirkerin û îlhaq kirina Kurdistanê, hemû hêza xwe seferber kiriye.
EMRÛLLAH BOZTAŞ / BEHDÎNAN
Yek ji fermandarên HPG’ê Piling Zerdûşt derbarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê bersiv da pirsên rojnameya me. Piling Zerdûşt hesabên dewleta Tirk ên demkurt û demdirêj ên dewleta Tirk û rewşa dawî ya hêzên Iraqê û PDK’ê nirxand.
Piling Zerdûşt di nirxandinên xwe yên derbarê armancên dewleta Tirk de wiha got:’’AKP-MHP û bermahiyên muxalefetê ku weke Îttîhat Terakî ya hatine nûjen kirin in, bi navê îslamê, tirkîtiyê, welatparêziyê çi hebe îstîsmar kirine. Hemû çavkaniyên welat, ji bo berjewendiyên sermayeya kurevî îstîsmar kirine û firotine. Li tirkiyê kengî pêvajoyeke demokratîk pêş bikeve, ji bo derbe lê were xistin, yekser MHP xistine dewreyê. AKP jî projeyeke ku hêzên sermayeya kurevî ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê avakirine ye. Binesaziyeke çete ku xwe ji şerê qirêj xwedî dike ye. Dewleta Tirk di van şertên şerê cîhanî yê sêyemîn de, ji bo hêzên hegemonîk ji krîza jiyan dike derbikeve, rola taşeroniyê ya aktîf wergirtiye. Li aliyekî din jî dixwaze Kurdistanê dagir û îlhaq bike û qirkirina Kurdan temam bike. Van polîtîkayên xwe jî, bi xwespartina destwerdanên hêzên hegemonîk ên li herêmê û dimeşîne. Li herêmê çiqasî krîz û şer kûr bibe, ew jî ewqasî polîtîkayên xwe yên qirkirinê dimeşîne. Ji bo vê hêzên çete ava dike, hertim kaosê û şer derdixe û vê yekê li her deverê belav dike.
PDK tevlî binesaziya çeteyan bûye
Piling Zerdûşt derbarê êrişên li herêm Behdînanê de jî wiha dibêje:’’Tevgera dagirkerî û îlhaqê ya dewleta Tirk li tevahî başûrê Kurdistanê dimeşîne, li derveyî DYE û mutefikên wê nîne. Di encamê de artêşa Tirk artêşeke NATO’yê ye. PDK jî vê tevgerê erê dike, rewa dike û cesaretê dide dagirkeran. Dewleta Tirk xwe amade dike ku li Kurdistanê û herêmê destwerdanên nû bike. PDK jî tevlî wan binesaziyên çeteyan bûye. Ji ber vê, dewleta Tirk û hevkarê wê PDK, ji bo herêmê gelekî xeter in. Li hemberî vê, êdî destwerdaneke bi bandor a di gelek eniyan de, ji bo vê qonaxê, neçariyek e. Li aliyekî leşkerên Tirk li hin bajaran kontrola nasnameyan dike, li aliyê din bi taybetî li herêma Behdînan, li hemû saziyan bicîh bûye. Kes an jî binesaziyên ku neketine xizmeta wê, tasfiye kiriye. Dewleta Tirk ji bo sîstema serdest bike, bi lez dixebite û leşkerên xwe jî li ser vê bingehê bicîh dike. Gotina ‘Em bi tenê bi PKK’ê re têdikoşin’ dereweke mezin e. Ji bo Kurdistanê bi temamî dagir û îlhaq bike, hemû hêza xwe seferber kiriye. Divê di serî de Başûr tevahî gelê me vê rastiyê baş bibîne û binirxîne. Ger di dema pêş de, çeteyan ji derve bîne û li herêmê bicîh bike, gelê me ji cih û warên xwe derbixe, ji bo gotina ‘gelo çima wiha bû?’ dereng be.
Barzanî berjewendiya xwe tercîh kir
Piling Zerdûşt derbarê rewşa Iraqê de jî wiha dibêje:’’Dewleta Iraqê heta astekê destûrê dide van êrişan. Ji ber ku Iraq dewleteke yekpare nîne. Ti eleqeya wan bi sînor an jî ewlekariya herêmê tine ye. Nobeta leşkerên Tirk digrin.
Piling Zerdûşt derbarê hevkariya PDK’ê de jî van nirxandinan dike:’’Hevkariyeke heta dawî ya PDK’ê heye. Amadekariyên gerîla yên li dijî êrişên dagirkeriyê vala derxistiye, li pêş gerîla kemîn daniye, dest daniye ser maskeyên gazê yên ji bo parastina gazên kîmyewî. Kontrola rê û nasnameyan a leşkerên Tirk û bêdengiya PDK’ê, li hemberî gelê me yê Başûr, bêrûmetiyeke mezin e. Hin nirxandinên siyasî de tê gotin ku PDK heta niha ti dijminahî bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re nekiriye, lê nû nû helwesteke dijminane û êrişkar pêş dixe. Ev nirxandineke kêm û xelet e. PDK’ê her ku derfet dîtiye, êrişê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Carna bi çekan, carna bi siyasetî û carna jî bi dîplomasiyê. Ger carna bi PKK’ê re rûniştibe jî, ji bo pêşketina ji aliyê hêzên dinê kontrol bike rûniştiye. Di dema nêz de jî mînakên vê hene. Tuyê hem bi hêza DAIŞ’ê bi rêve dibe re hevkariyê bike, xelkê me yê Êzidî ji bo komkujiya çeteyên DAIŞ’ê biterikîne, piştre li Ewrûpa û li wir û vir derkevî meydanê bibêjî, min li hemberî DAIŞ’ê şer kir. Tayîp Erdogan jî digot ‘Yê herî zêde li hemberî DAIŞ’ê şer kir, em bûn.’ Lê cîhan hemû dizane ku xelîfeyê esas ê DAIŞ’ê Erdogan e û hemû çete bi destê MÎT’ê tên kontrol kirin. Rêber APO û PKK’ê gelekî hewil da ku PDK ji vê xeta xiyanetê rizgar bibe. Rêber APO derfet da Mesûd Barzanî ku ger bixwaze dikare bibe hevserokê kongreya neteweyî. Lê wî berjewendiyên xwe yên takekesî tercîh kir. Bi salan ji ser destkeftên ku bi têkoşîna PKK’ê derketin holê, xwe dane jiyan kirin. PDK û bi taybetî malbata Barzanî, ji bo her qonaxeke ku bi gelê me dane wenda kirin, hesabê bidin.
Divê ti razandin ji şer re nebin
Di dawiyê de yek ji fermandarên HPG’ê Piling Zerdûşt bang li gelê Kurd ê li Ewrûpayê dike û wiha dibêje:’’Hêzeke mezin a gelê me yê li Ewrûpayê û dostên me hene. Derfetên wan hene ku xwe bigîhînin hemû mirovan. Girîng e ku fikir û felsefeya Rêber APO ji bo tevahî mirovahiyê radigihînin. Em di wê baweriyê de ne ku wê di qonaxa pêş me de jî van xebatan bigîhinin asteke hîn jortir. Bêguman li welatê me şerekî mezin û dîrokî heye. Divê hemû aliyên vî şerî li Ewrûpayê ji bo hemû gelan bê nîşandan. Ev ê bihêle ku hêzê bide hemû xebatan. Hîn jî hin derdor hene ku ji bo polîtîkayên şer ên dewleta Tirk razandinan dikin. Divê mirov bi wan derdoran bide fam kirin ku, paşeroja dewleta Tirk gelekî tarî ye. Em jî weke gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji bo bi layiqî bibin bersiva Rêbertiyê, şehîdan, hevrêyên me yên dîlgirtî û gelê me, bi hemû hêza xwe em ê bixebitin. Erkên xwe yên şerê gel ê şoreşgerî bicih bînin. Di vê çarçoveyê de em hemû gelê me û hevrêyên me yên ku li hemû qadan bi vê zanebûnê xwedî li erkên xwe derdikevin bi rêzdarî silav dikin û serketinê dixwazin.