MÎT li Başûr şax berdide

Çarşem 2 Îlon 2020 - 15:57

  • Piştî dagirkeriya li Bradost, Lêlikan û herêmên derdora wê, PDK ji bo artêşa Tirk baregeh û navendên nû çêdike.

EVÎNDAR HARÛN
ANF/BEHDÎNAN

Dewleta Tirk a dagirker li deverên dikevin Herêmên Parastinê yên Medyayê ku MÎT’ê diyar kirî, di çarçoveya lihevkirina bi PDK’ê re bi pêşengtiya Fermandarê 1’emîn Hêza Destek a Pêşmerge Sihan Barzanî navendên nû û xalên çavdêriyê ava kirine.
Bi taybet li deverên ku MÎT’a Tirk diyar kirî, li gel yekîneyên taybet ên PDK’ê navendên nû tên avakirin û ji bo şopandina navendên gerîla, şêwazê tevgera wan, depoyên çek û cebilxaneyan, her wiha çavkaniyên wan ên fînanseyê bên kifşkirin û bi hevkariya Parastinê xebatên nû hatine destpêkirin.

Baregehên nû
Baregehên nû yên dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin wiha ne:
* Li xeta Bradost û Sîdekan navendên nû hatin avakirin.
* Li ser Girê Hesen Begê nuqteyên nû yên çavdêriyê hatin avakirin.
* Li aliyê dikeve Çiyayê Helgurt û Hecî Umran ku dikeve ser rêya gundê Xuşkan xebatên nuqteya çavdêrî û avakirina qereqolan destpê kirine.
* Li Çiyayê Hesaarî Serkan, li ser rêya Mexîman û sînorê Devera Dolan, dîsa li Rayat û Berde Zerdê qereqolên nû hatin avakirin.
* Piştî ku li herêma Gundêjor, Gundêjêr û Şereye nuqteyên kontrolê hatin avakirin û şûnde, ji wir jî derbasî herêma Belekatî bûn, li gel qereqolên Dêlzer û Berdeboşkan qereqolên nû hatin avakirin.
* Li ser girê Helemond ê dikeve pêşberî Zînî Wertê û derdora navçeya Rewanduzê leşkerên Tirk ên bi cilên pêşmergeyan hatine bicihkirin, li derdora Rewanduzê çekên giran şandin gundê Xiwarû.
 * Her wiha li Qesre, Bocar, Xaneq, Kolîtar, Mamerût, Pişt Mergê û Balayan qereqolên heyî hatin nûkirin, hejmara pêşmergeyên li qereqolên din jî hatine nûkirin.

Bi istixbaratê êriş dikin

Piştî êrişên hemwext ên 15’ê Hezîrana 2020’an ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê yên dewleta Tirk a dagirker di serî de êrişên li ser Heftanîn, Xakûrkê û herêmên dikevin sînorê Başûrê Kurdistanê derket holê ku bê avakirina van navend û qereqolan ji bo çi ye? Bi awayekî eşkere agahî û koordînatên ji van navendan tên dayîn qadên sînor û navendên gerîlayan dikin armanc.

Bi Tirkmenan Kerkûkê dagir dikin

Rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi rêya eniya Tirkmen jî li Kerkûkê li dijî vekirina bargeha hevbeş a ewlekariyê ya navbera pêşmergeyan û hêzên ewlekariya Kerkûkê dek û dolaban digerîne.
Ji bo bajarê Kerkûkê projeya dewleta Tirk a dagirker heye û ti gumanek nîne ku vê li dijî her xebatek ku zirarê bide projeyên wê derbikeve. Ji ber ku niha nikare bi awayeke yekser û rasterast destwerdana kar û barê Kerkûkê bike, lewma bi rêya Tirkmenan wê yekê pêk tîne. Karên ku Eniya Tirkmen li Kerkûkê dike metirsîdar in, ji ber ku bi awayekî eşkere diyar dibe ku ew karên dike bi destûra Tirkiyê tê kirin û destê MÎT’ê li pişt wan heye. Hewldana ji bo pêkanîna karên bi vî rengî gefeke li ser ewlekarî û asayîşa bajarê Kerkûkê, her wiha ji holê rakirina yekîtiya neteweyî û yekgirtina hêzan a li bajêr e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.