MÎT hewl dide li Silêmanî serwer be

Pêncşem 20 Nîsan 2023 - 00:03

Li gorî nûçeyeke rojnameya Hawlatî ya ku li Başûrê Kurdistanê derdikeve, di serdana cihgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ya ji bo Tirkiyeyê, MÎT’a Tirk daxwaz ji Talebanî kiriye ku hemû peywendiyên xwe yên bi PKK’ê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê re qut bike.

Heman çavkanî dibêje, “MÎT’ê ji Talebanî xwestiye destê MÎT’ê di çavdêrîkirina balafirxaneya Silêmaniyê de vekirî be. Lê Qubad Talabanî diyar kiriye ku ti peywendiyeke fermî di navbera YNK’ê û PKK’ê de nîne.”

Di nûçeya rojnameyê de tê gotin;“Qubad Talebanî daxwaza MÎT’ê ya ji bo çavdêrikirina balafirxaneya Silêmaniyê red kir û ji wan re ragihandiye ku balafirxaneyeke sivîl e û ti kesên cihê gumanê, ji vê balafirxaneyê serdana derve nekiriye.”

Hêjayî gotinê ye ji serê meha Nîsanê ve Tirkiyeyê hemû geştên hewayî yên ji bo balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê rawestandine. Di 7’ê Nîsanê de jî dewleta Tirk bi balafirên bê mirov karwanekî wesayîtên ku tê de fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û şêwirmendên Emerîkî jî hebûn, kir hedef. Di encama êrişê de titşek bi kesî nehatibû. Fermandarê QSD’ê Mezlum Ebdî piştî êrişê ragihandibû ku armanca êrişê, ew bû û ne cara yekem e ku ew dibe hedefa êrişên dewleta Tirk.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.