Misogeriya destketiyan e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:20

RONÎDA HACÎ / NÛJINHA / HESEKÊ

Avakirina hevpeymana civakî ya jinan xalekî girîng di Hevpeymana Civakî de hatiye diyarkirin. Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Ariya Mele Ehmed têkildarî mijarê  nirxandin kirin. Ariya Mele Ehmed behsa girîngiya Hevpeymana Civakî ya jinan kir ku û got:“Hevpeymana civakî ya jinan ji bo parastina nirx, destkeftî û mafên wan li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em dixwazin Hevpeymana Civakî ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe hevpeymanek jinan di Sûriyeyê de ku mafên wan werin parastin ji cureyên şîdetê û xwe li gorî wê birêxistin bikin. Jin di vê sedsalê de bi îsrar behsa amadekirina Hevpeymana Civakî ya jinan dikin. Ev gaveke dîrokî ye ku jin bi riya wê dikarin xwe bi rêxistin bikin, destkeftiyên xwe biparêzin û civaka xwe bi hişmendiyek azad birêve bibin. Gaveke bi vî rengî ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz tê dîtin lewma em dixwazin Hevpeymana Civakî ya jinan were nivîsandin û bibe hevpeymanek ne tenê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de em dixwazin bibe hevpeymana jinan a tevahî Sûriyeyê bi giştî, ji ber ku jin li ku derê bijîn em xwe berpirsyar dibînin mafên wan biparêzin.”

Ariya Mele Ehmed bal bire ser hedefgirtina jinan û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got:“Bêguman wê gelek êrîş çêbibin ji ber ku dewlet û hêzên hegemon û desthilatdar sîstemeke demokratîk ku tê de wekheviya gelan û jinan esas e, qebûl nake. Em dibînin ku Hevpeymana Jinan wê bibe çareserî û hêvî ji bo tevahî gelên Sûriyeyê û mînakek ji tevahî cîhanê re.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.